Adar salvegera serkeftin û êş û janên gelê me ye

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hemwelatiyên ezîzên Kurdistanê

Bi helkefta hatina salvegera Adarê pîrozbahiyeke germ li we dikim. Gelek helkeftên şadbexşên neteweyî û hinekî pir azar jî ketine meha Adarê. Adar salvegera serkeftin û êş û janên gelê meye û waneya berxwedan û bawerî bi xwebûna gelê Kurdistane. Adar serkeftina raperîna mezina gelê meye, bîranîna kîmyabarana Helebçeya şehîde, bîranîna ragihandina peymana Yanzdehê Adare, her wiha Adar destpêka newroza cejna me ya neteweyî ye. Nifş bi nifş gelê Kurdistanê berxwedanê kiriye û niha nifşek pêgihîştiye bi tu awayekî girêdayî dîktatorî û dagîrkeriyê nabe û azadî û pêşkeftinê misoger dike.

barzani

Raperîna mezin a gelê me li Adara 1991 tenê ne rûdaweke ku biçe nava dîrokê û salane bê bibîranîn, belku peyamekî herdemî ye ji bo hemû dinyayê ku Kurd bindestiyê qebul nake û dema ku ji bindestiyê jî derdikeve dibe hêmaya aştî û avadanî û pêşkeftinê. Li raperîna dîrokî ya sala 1991 de xelk û pêşmergeyên hemû aliyan bê cûdahî dîtin û di nerînên xwe de ser dîktatoriyet û dagîrkeriyê de çûn û bi serkeftina raperînê ew peyam ragihandin ku her dema Kurd yekdeng û yekhelwest bin tu hêzek nikare rê li armanca me bigre. Her wiha piştî serkeftina raperîna Kurdistanê bûye newayekî aram ji bo hemû zulmlêkiriyên Iraqê û piştî rûxana rejîma Be’es  jî ew cudahiya mezin di warê pêkvejiyana aştiyane, aramî, pêşketin û avadaniyê de di navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên din ê Iraqa Federal de heye, nîşana wê rastiyê ye ku Kurd aştîxwaz e û nabe êdî mafên wê bê standin û bi zimanê êrîş û tehdîd û abluqeya siyasî û aborî muameleyê li gel  bikin.

Di meha Adarê de  gelê me bîranîna peymana Yanzdehê(11) Adarê bilind radigre, ew peymana ku li encama serkeftina şoreşa mezin a Eylûl bû. Şoreşek ku bi sadetirîn çek destê pêşmerge berev ruyê artêşa pir çeka rejîmê yek bi dawiya yekên Iraqê dibû û encam ew neçar kirin ku bên ser mêza danustandinê û yekemîn car bi awayeke fermî mafên gelê me nas bikin.

Hemwelatiyên xweşdivî:

Bîranîna tehl a meha Adarê, bîranîna kîmyabarankirina Helebçeya Şehîd e. Bîranînek ku divê mirovayetî bi şerm di asta wê da raweste, ji ber ku ji bilî wan êrîşên dirindane û nemirovaneya li ser Helebçeyê kirin û zêdetirê pênchezar mirovên bê guneh ên Kurd şehîd û hezarên din jehrawî kirin. Heta niha jî xelkê wî bajarê ezîz bi destê asewarê wê kirdara wehşiyaneya rejîma Be’es ve dinalin. Ji bo wê yekê bi girîngiyê li wan hewlan dibînin ku ji bo bi jenosayd nasana kîmyabarana Helebçe li asta welatan da didin. Helebçe ji bo Kurd bûye nasname û girêya bextê Kurd vekiriye, qurbaniyek wiha mezin tu demekê nabe li azadî û serbestî dûr bê û hêjayî hemû çeşnên hêja û rûmetê be.

Her di Adarê de salvegera cejna netewî ya Newrozê pîroz dikin, cejna serkeftina îradeya jiyan û azadîyê. Eve jî ji bo me tê wateya ku encama qurbanîdan û xebata rizgarîxwaza Kurd gihiştiye azadiyê. Derbasbûna ji wan hemû êş û janan armancekî zelal heye ku hilkirina agirê rojekî nû ye ji bo Kurd, rojek ku gelê me tê de serbest dibe.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

About The Author