Şekirlêv

Belê, berê lêvên tenik û kaxezî maqûl bûn. Digotin „Çi keç e, çi jin e, peeekkkk, lêvên wê tenik û kaxezî ne yabooooo“ filan û bêvan. Keç yan jinên lêvtenik û kaxezî maqûl bûn, bedew dihatin hesibandin û hezkirin.Lê îro dinya serûbino bûye, çirto virto bûye û lêvên tenik û kaxezî êdî pare nakin.

lev

Dema îro, xort û mêrên vî zemanî êdî ji lêvên stûr,qalind û têrgoşt hez dikin. Nizanim çima, lê dibêjin xwedêgiravî lêvên têrgoşt xweştir in û ramûsanên wan wek lotikên hesp û bergîlan xurt in. Keç û jinên vê heyamê jî êdî ne wek keç û jinên berê ne. Çawa ku xort û zilam ji lêvên qalind hez dikin, ew jî bi dermanên wek botoks û neşterê lêvên xwe dinepixînin û doxîna xort û zilaman şil û pil dikin.

Axir, ji ber min ramûsanên lêvên têrgoşt ne ceribandine, kesên ku ceribandibin û ji tam û lezîzbûna lêvan fêhm dikin, bela ji kerema xwe kerametên lêvên qalind û têrgoşt ji me re jî bêjin.

angelina-jolie-m2

kussmund_0

scarlett_johansson

red-lips-woman-face-mouth-590jn011110-1263334423

WhrkOe-VOWQ

lippenvergroesserung-hyaluronsaeure

About The Author