HPK lotikek din avêt

Belê, me gotibû seyyar gerîllayên Hewldana Partîyek Kurdistanî rehet nasekinin, geh bi trimbêlan, geh bi ker û qantiran li gund û bajaran digerin û tevnê dihûnin.

Seyyar gerîllayên HPK vê carê berê xwe dan başûrê Kurdistanê û silavek dan Serokê Netewî M.Mistefa Barzanî. Seyyar gerîllayên me bi minasebeta jidayîkbûna M.Mistefa Barzanî serdana Barzan kirin û li gor gora Barzanî fatîha û gotarek xwendin.

M4V00615.MP4_000135001

Li gor saloxdanên ajan û sîxurên Lotikxanê, dibêjin wê seyyar gerîllayên HPK di demek nêzîk de serdana Rojhilatê Kurdistanê jî bikin û fatîhayekê li ser can û cesedê Qazî Mihemed û hevalên wî jî bixwînin.  Û her weha serdana Rojavayê Kurdistanê jî di plan û projeyên wan de heye.

Ê de xwedê kerîm û rehîm e…

DSC00610

Duhok

About The Author