Hulyakê dikeve siyasetê

Belê, lotikvana germik û nermik, delala ber dilê Ciwan Haco, bedewa „nîv Kurd“ Hulya Avşar xanimlerî, piştî 5 salên din dikeve nava siyasetê û dibe siyasetmedar.

Hulyaka me ji çapemenîyê re çend lotik avêtin û behsa ramancên xwe kir.

Armanca wê ye yekem ew e ku keça wê Zehra vbibe 19 salî.

avsar3

Çima hûn zanin?

Gotiye: „Niha zewac ne li pêşîya min e. Heke keça min Zehra bibe 19 salî û ez ji bela û teşqela wê xelas bibim, belkî ez bizewicim. Heke ez xiyarekî maqûl û li gor serê xwe bibînim, ezê pê re bizewicim“ filan û fîstan.

Hulya Avşar xanimlerî behsa xwe û siyasetê jî kiriye.

Lotikek qerase avêtiye û gotiye: „Vê demê siyaset pir kenê min tîne. Berê min guhdarîya serokan dikir. Lê serokên niha komîk in, lotikên pir komîk davêjin. Bi xêr û selamet, heke kevir li cîyên xwe rûnên, piştî 5 salên din (xanimê niha 51 salî ye), yanî di 56 salîya xwe de ezê çalak dest bi siyasetê bikim û têkevim govenda siyasetê. Ez bi serê xwe û we kim ezê tirrêêêêêêêê ji siyasetê berdim ha, waweylê“ û daye lotik û zîtirkan.

Axir, Hulya Avşar xanim efendîlerî piştî 5 salên din siyasetmedar e gelî xwendevanan. Hema ji niha ve deng û rayên xwe bidin wê ji we re xêr e. Hûn zanin, Hulyaka me xanimek welatparêz, merd û comerd e. Belkî hema di ser û ber re peşkên wê li we jî bikevin m kî zane…

Stenbol

avsar2

avsar

About The Author