Ma Ev jî Hebû Gidî!

devliken-faruqFelît pif agirê çirê kir û bi dizî hat ket nav nivînê Peyrûza. Hayê Peyrûza ji bayê felekê tune,
xurexura wê ye serî avêtiye xewê.

Felît jî sincirandiye, agir bi doxîna wî ketiye.

Ji paş ve xwe bi qûna Peyrûza ve zeliqand û xwe pê da; xwe lê boqand. Peyrûza tewşî xewê,
çavên xwe vekirin ku Felît xwe bi qûnê ve zeliqandiye û hey xwe lê dixe. Bi tiliyên xwe çavên
xwe firkandin, piçekî ew xewa ku bedena wê dîl girtibû, ji ser xwe qewirand û fitilî hêla Felît.

– Kuro hey ehmeq! Usûl û rê û rêbazên niyhandinê hene. Ev çalakî di navbera du kesan de
diqewime û divê her du hêl jî bixwazin. Ez di xew de me, min serî avêtiye xewê û ji paş ve tu
hatiyî xwe bi qûna min ve diziliqînî. Hey mejîçeqilmast ku ez reaksiyonê nedim çi cudatî di
navbera niyhandina te û masturbasyonê de dimîne, hi ii?

Felît destê xwe ji nava Peyrûza kişand û paşiya qûna xwe dayê û serî avêt xewê; wek Şeytan
pê bikene…

Serê sibê zû, berî ku taştê bixwe, Felît rabû kincên xwe li xwe kirin, sola xwe kir nigê xwe û
fiskirand, berî da sûkê.

Cîgeha wan qahwa şêbiyan bû. Çawa ket hundir çavê xwe li tîma xwe gerand. Xelefo,
Silhedîn, Cimha û Evdo li dawiya qahwê li dora masê civiyabûn û reqreqa wan bû bi okêy
dilîstin. Felît xwe avêt ser teqleyan û hat go selamuneleykum, kursiyek kişand bin qûna xwe û
xwe da tengala Silhedîn, li kêleka wî rûnişt.

Yek bi yek xêratin lê dan û çayek jê re xwestin. Felît him çaya xwe vedixwar, him jî bêdeng ji
xwe re lîstika wan dişopand. Lê hevalan fêm kiribûn ku mahdê Felît nexweş e.

sehwet

Silhedîn:
– Felît, xêr e lo? Ma Şeytan bi te keniyaye heyran? Vê sibê gû ji rûyê te dibare…
Felît:
– De guh medê lo! Tişt tune. Bi lîstika xwe bilîze…
Xelefo kevirek kişan û reqînî ji textikê ber xwe anî, got:

– Bi telaq, te bi nav destên xwe de teqandiye…

Bi gotina Xelefo re piqîni bi gişan ket. Ji kenan lal bûn.

Axir, piştî kêliyekê lîstika wan xelas bû û ji qahwecî çayê xwestin. Çaya wan hat û dest bi
laqirdiyan kirin. Qirdikê wan ê vê sibê Felît bû. Her yekî ji hêla xwe ve dev diavêtê. Hindik
mabû ku Felît bê pelç û biteqe. Qederê nîvsaetekê ji xwe re peyivîn, keniyan û dema nimêja
nîvro hat. Xelefo, Evdo û Cimha rabûn ser xwe û ber bi mizgeftê ve çûn. Navbera Silhedîn û
nimêjê tune bû. Felît jî ji ber rewşa xwe, bi xwe re nedît ku here…

Silhedîn:

– Bi şeref derdekî te heye…

Felît:

– Hahew hahew…!

Silhedîn:

-Ka bibêje camêr, çi qewimiye?

Felît kir ufeuf û dest bi vegotina belengaziya xwe ya şeva çûyîn kir. Çawa ku peyva Felît bidawî bû, bû tiqetiqa Silhedîn û keniya…

Silhedîn:

– Dermanê te li cem birê te ye. Hîç xeman nexwe, êvarî em diherin mêvandariya du
pezkoviyan…

Felît:

– Çi çi çi? Pezkovî?

Silhedîn:

Hiş be! Ew ne şixulê te ye; bihêle ji birê xwe re. Heke min kêfa te yî li te bûye zivistan nekir
bihar, bila navê mêran li min heram be.

Tarî ket erdê, Silhedîn û Felît xwe dan raterqa hev û ber bi taxa ku bêbavên rûsan ji xwe re
kiribûn wargeh ve herikîn.

Piştî meşa nîvsaetê her du doxînsist gîhaştin ber xaniyê ku xwe lê girtibûn.

Piştî lêdana derî ya du sê neqlan derî vebû û jinke wek xezalekê bi hemû şehwet û bêhna xwe
yî efsûnî ew vexwandin hundir. Ji şaş û matmayîbûnê çavên Felît çûbûn li tepelika serê wî
sekinîbûn. Dilê wî bi çargopal lê dida…

Silhedîn, Felît bi pezkoviyekê da naskirin û wî ji bi destê pezkoviya xwe girt û ji hev veqetiyan;
Silhedîn û hevala xwe ketin odeyekê, Felît û pezkoviya xwe jî ketin yekê…

Hîna jî Felît bi ser hişê xwe ve nehatibû. Bejn û bala bêbavê ew li hewa sar sekinandibû. Te yê
sûnd bixwara ku Felît zimanê xwe xwariye; lal bûye. Tenê çav li ser sîng û berên bêbavê
digeriyan.

Felît xerîbê van karan bû, lê pirça qûna bêbavê di van karan de spî bûbû; pisporeke serkeftî
bû.

Xanima şehwetkar, bi destê xwe hêdîka Felît dahf da, Felît li qûn li ser nivînan rûnişt. Ew jî çû
li kêleka wî rûnişt û destê xwe li dora stuyê wî gerand. Berî ku dest bi tedawiyê bike, kêliyekê
bi Felît re sohbet kir, da ku ew kîrê Felît î ji şerm û şaşbûnê sist bûye, fezele…

Hêdî hêdî çermikê wî wek wan zîroyên ku piştî baranan di nav heriyê de xwe dilivînin, liviya.
Di hundirê çend saniyan de kîr lê rep bû û çav di serî de bûn tas. Wek erebê çav li gulûran
keve, bû fişefişa wî li ser sîng û berên jinikê. Çav lê sor bûbûn. Jinikê, hiş ji serê wî biribû.

Berî ku Felît hilkişe ser dilê wê, jinik li ser tutukan rûnişt û dest bi mêtina kîrê wî kir. Felîto di
emr û heyata xwe de pêrgî tiştekî wiha nehatibû. Di nav lepên jinikê de bû axûwax û nalenala
wî. Hindik mabû di nav lepên wê de can bide.

Jinikê ew nerm kir. Têr niyhan hev û li ser wan nivînan serî avêt xewê.

Sê rojan destê Felît ji karxezalê nebû. Rojan çaran êvarî, Peyrûza lê dinêre ku deng û pêjna
Felît nayê, meraq dike û telefonî wî dike.

Felît:

– Xêr e Peyrûza? Çi ye?

Peyrûza:

– Malnexerab, ev roja çaran e, min meraq kir. Ma tu ketî kîjan qulê? Ka were mala xwe wîî!

Felît:

– Ma ez ê werim malê çi xweliyê li serê xwe kim Peyrûza? Kîrê min î ku te qêmîşî destê xwenedikir tu pê bikî, li vir ji devê xwe dernaxin lêê…

Çavkanî:
Kekê Xelîl Farqînî

About The Author