NEWROZA XALÊ CEMÎL !

Êdî ji vir şûn ve bila Kurd nebêjin “ Newroz cejna me ye. “ Bi sed mishef Newroz ji destê Kurdan çûûûûû ! Newroz çirto virto kirin û ji destê Kurdan hildan, kirin çeqilmast.

lezboNewroza pîroz kirin rojek ji rêzê. Nermik û germikên lewate, qûnek û lezbîyen bi rengê xwe di Newrozê de cîh girtin. Daxwazên xwe bi diruşmeyan anîn zimên. Lê li tu qadê daxwazên Kurd û Kurdistanî bi diruşme neanîn zimên. Ala Kurdistanê nehate bilindkirin.

Xalê Cemîl (Kalkan) di Newrozê de li orta çavê Kurdan mêzekir û bi dengek bilind got: “ Kurd çi dixwazin, ji bo gelê din jî wê dixwazin..Kurdistan ne welatê Kurda tenê ye. “ El însaf, qey Çerkezîstan, Pomakîstan, Gurcîstan, Lazîstan, Boşnakîstan û niza qûzê kerêîstan hatîye dagirkirin em nabînin !

Qe vir de wê de nebin neynîn, raste rast bibêjin: “ Hey Kurdino, bi zora çoyan be jî emê we entegre bikin, bikin Tirk. Kurdistan mirdistan tune, heçê qebul neke emê mîrkutê KCK’ê li nav serê wan xin.

Heke derew e, bêjin kê ji we di Newrozê de yek daxwazek Kurdewarî seh kir ? Kê ji we diruşmeyek Kurdistanî bihîst ?  Kê ji we ala Kurdistanê dît ? Çewt nebînin, ew rengên we dîtin( kesk, sor û zer ) , ne rengê me bûn . Wan rengan gemar girtîbûn ha…

Bajo xalê Cemîl, heta Kurd şîyar dibin bajooooo !

About The Author