Wê bi ser axa wê de mîzkin!

Sala 1991ê, dema miletê Başûr ji êrîşên Sedam reviyan û bi çolan ketin, di nav çiyan de rezîl û perîşan bûn, xwe avêtin bextê birayên xwe li hersê parçeyên welêt. Xelkê, deriyên malên xwe ji wan re vekirin û bi germî ew hembêz kirin, gelo qey ew bûyer û nekbetî ji bîra wan çûn?

Xwedêwo malî ava!

Li Başûr, sala 1994 bi sala giranî û xelayê bi nav dikin, ji ber dora wan hatibû dorpêçkirin. Xelkê tiştên nav malên xwe difrotin û pê debara xwe dikirin, di malê de, bi dorê nan dixwarin, yanî yên ku taştê bixwarana, firavîn ji wan re dernediket, yên firavîn bixwarana şîv ji wan re tunebû. Gelo qey ew jî ji bîra wan çûye loooo!

mizkirin

Xwedêwo malî ava!

Dibêjin ku dîtin û gotin nabin wek hev! Ma tiştê ku bi serê van Başûrekan hatiye, hema ne tê gotin û ne jî tê şirovekirin! Hema bêje ew jî wek birakên êzîdekan 72 ferman bi serê wan de hatine! Gelo ew hemî ferman, ji bîra wan wilo zû çûye?

Xwedêwo malî ava!

Dinya hat û zîvirî! Felek hat û çû û bextê van xelka gindirî! Hecî Bûşh ji wan re bû bav û lotikek li bin qûna Sedam xist û 72 mitran tê de bir û negot elhamdûlillah jî! Diranên Ereboşkan qîç man û Kurdekanên me jî bûn mîr û wezîr! Îca yê şekala zîvar-zîvarî di lingan de, bû rêber û serok, yê gundî bû bajarvanî, feqîr bû melyonêr û dêêêê weledên xwe avêtin! Ellawekîl îro li Başûr ewê ku parsek bû wek kurka li ser hêkan, ew jî li ser defteran rûniştiye (yek defter=10000$), malmîratan tê bê kanî ye û dewla xwe têda dikin, xwedê bi ser wan de rijandiye û binê erdê kiriye derya petrolê! Wey rebîîî xwedê hînjî bide wan, welleh gelek sêfilî dîtine, mero bextê xwe navêje haaa!

Xwedêwo malî ava!

Xelkên Rojava jî îro pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, dijmin dora wan teng kiriye û ji hawîrdor dorpêçkirî ne, li alîkî tirk in, aliyên din jî dahiş û cahiş in! Tenê yek qorzîk ji wan re mabû ku dilê wan pê xweş bû, ew jî sînorê Başûr û deryê Sêmalka bû!

Xwedêwo malî ava!

Lê kumsorên Başûr sînor çember kirin û sed û yek lotikên Başûrî li bin qûnên Rojavayîyan xistin. Bi xwedê ev nîna ye birakno, hîna tirrnîna maye! Xwezî tenê bi wê çalê! Hîn wê çalê tijî av û çirav bikin û wê kêzxatûnê bi şimka reqreqanî û kilê sibhanî têde bifetise û wê hîn mişko bê wê derxîne, hûûûûû! Mesele dûr û dirêj e, ne rojek û dido ne! Wê nivîskar û dîroknas bên û li ser binivîsin, wê hin bêjin ku ev Xindeq ya Şerê Uhid e, hin wê bêjin ku Dîwarê Çînê ye, yan Dîwarê Berlînê ye! Erê heyra, ev ne îşê rojek û du rojan e!

Xwedêwo malî ava!

Lê kî çi dibêje, bera bibêje, ez wek lotikvanekî, lotika pêşî li devê qûna wî kesî dixim ku biryara kolana vê Xindeqê da û ket rêza Sayks û Pîsgû! Wê ev Xindeq bibe Xindeqa dijberî û brakujîyê û pelekî dinî reş di dîroka Kurdan de! Bê çilo xelkê Elman dîwarê Berlînê bi çakûçan rûxandin, wê sibe xelkê Kurdistanê jî vê Xindeqê bi bêr û meran pir bikin û bi ser axa wê de mîzkin!

 

About The Author