Taybetîya pêlava Kalaş

sevda-kaplan-300x200Her dem benîadem li gor derfetên ku tê de jîyaye tevgerîyaye. Ji bo ku xwe adepteyî jîyanê bike ji xwe re hinek tişt îcat kirîye û karê xwe hêsantir kiriye. Helbet her tiştên ku dihate holê ji bo ku bedena xwe ji zirarên hewîrdorê biparêze bûye. Ji bo ku çermê laşê xwe ji tavê biparêze cil û berg îcat kirine. Helbet berîya mîladê ev bi hinek nebatên tabîatê dibû. Her ku pêşve diçû, ev alavên ku dihatin bikaranîn bi teknolojiyê bêtir modern û bikaranîna wê hêsantir dibû. Lê demên berê ji ber ku makîneyên alavan hîn nehatibûn ditîn, ji ber wê her tişt bi destan dihatin çêkirin. Ji vana yek jî pêlavên ku ji alîyê gelê  Kurd ve hatibû dîtin bû. Ji bo ku lingên xwe ji hinek tiştan biparêzin bi destên xwe  pêlavek (solek) çêdikirin. Jê re jî digotin ‘’Kalaş’’.

Dîroka kalaşê li gor hinek lêkolînan nêzîkî hezar sal e. Ev  kalaş hew aîdê milletê Kurd e.  Lewra taybetmendîyên wê hebûn. Kesek nikarîbû teqlîta wê çêke. Hîn di dema me de jî ev wisa ye, kesek ji milletên din  nikare taklîd bike. Gelo kalaş ji çi û çawa  dihate çêkirin?

Di xerca alavên pêlava kalaşê de  çermê heywanan û hinek qumaş  heye. Di banîya solê de çermê heywan û hinek qumaş bi lêxistin û bi dewisandinê tê bikaranîn. Ev tadbîqkirin pêlavê hinekî din zexim dike. Di Banîya solê de  dora 17 cm qumaş bi  dewisandinê tê bikaranîn. Emrê pêlavê dora 5 sal e. Sedema zeximbûna wê jî ji ber bendên ku ji cermê heywan û ji hinek qumaşan dihat çêkirin e.  Kalaşên ku kevn bûne di demek kin de tên tamîrkirin. Xeynî hostayên Kurdan tu kes nikare çêbike. Heta li gor rîvayetan demekê Çinîyan xwestine ku taqlît bikin û ji bo vêya pêlavek birine û li ser lêkolîn kirine, lê belê ji destê wan nehatîye. Helbet taybetmendîyek din yê kalaşê heye. Ew jî  ne alîyê çepê ne jî alîyê rastê yê pêlavê  heye. Yanî ferqa alîyê çep û alîyê rast tuneye. Her du jî wek hev in. Mirovên ku lingên wan bi pençene jî dikarin bikar bînin. Çêkirina kalaşê gelek zehmet e. Gelek dem digre. Lewra pêlav hew bi destan tên çêkirin.

taybetya_plava_kalas

Kalaş li alîyê herêmên ku  germahî zêde dibe tên bikaranîn. Bi taybetî  di demsala havînan de tê bikaranîn. Pêlavek havînê ye. Ji ber ku di xerca pêlavê de qumaş  tên bikaranîn û ev qumaş jî havînan bêhn nade, ji alîyê tendurîstîyê ve jî gelek bi feyde ye. Heta hinek doxtor niha jî, ji bo nexweşên  ji alîyê lingê ve  hebin ji wan re tawsîye dike. Li alîyê başûrê Kurdistanê ev kar hîn jî tê berdewankirin. Di hinek dikanan de ji alîye hostayên kalaşan ve tên çêkirin. Lê belê çêkirina kalaşê mixabin ne bi lezginî ye. Hostayek di du hefteyan de pêlavek tenê dikare çêke. Gelê Kurd kalaşê êdî di rojên taybet de, di bin cil û bergên herêmî de dike pê. Keda destan kalaş berve windabûyînê ve diçe….

About The Author