Kê ew sînor çêkiribin têxin kuna wan

Belê, êdî kuna reş û spî li holê û li meydanê ye. Herkes rûyê xwe yê reş eşkere dike, ne şerm maye û ne jî fedî. Ew kesên ku li ser navê Kurdan serokatî û qaşo rêvebirîyê dikin û xwe wek nûnerên Kurdên xwelîliser dibînin, perda ser rûyê xwe avêtine û bi navê bratî û enternasyonalîzmê ha ha xizmeta dewletên dagîrker dikin. Pirsa Kurd û Kurdistanê, pirsa dewletbûn û serxwebûnê wek xincerek soranî li ser dilê wan sekinîye.

Çi cara ku behsa serxwebûn û dewletbûnê tê kirin, ji Tirk, Ereb û Farisekî zêdetir pê dêşin û li zora wan tê, ji rayedarên dewletên dagîrker zêdetir li dijî dewletbûna Kurdan û serxwebûnê disekinin. Ew çeqilmastên ku ji herkesî re ( ji ker û dehşikên Afrîkayê re jî dewletbûnê rewa dibînin) dewletbûn û serxwebûnê dixwazin, gava mesele tê ser serxwebûna Kurdistanê, wek hespên serxweş li wan tê û dest bi lotik û zîtirkên canbazî dikin. Sosret û ecêba mezin ev e ku ew kesên li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikevin Kurd in. Hinek ji wan zarokên wan li serê çiyayên Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê şehîd ketine û bi wê armancê hîna jî gerîllatîyê dikin.

aydarvekartal_105831088Axir, siyasetmedar ( kesê ku Kurd be û li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve çawa siyasetmedare nizanim) xalê me Remzî Kartal û mamê me Zubeyîr Aydar wek her çarê dîsa lotikek kesanedî avêtin û kêfa dijminan li me anîn. Her du zilamên qerase hevpeyvînek taybet bi rojnamevanê Tirk Aydin Engîn re kirin û dilê Tirkoler, Ereboşkler û Farisokleran xweş kir.

Efendîyên me çi bêjin başe hûn zanin?

Gotine: „Em li dijî çareserîya Barzanî ne û ev li dijî Kurdan e. Kurdistanek biçûk dibe ku dilê hinekan xweş bike, lê belê ev çareserîya pirsa gelê me yê Kurd nake. Tu rabî sê bajaran bistînî bibêjî eve min Kurdistan damezirand, ev çênabe. Dibe ku wek hest çêbibe lê çênabe. Binerin li Iraqê Ereb û Kurd li tenişta hev û pêkve dijîn, li Surîyê li gel Ereb, Ermenî, Êzdî û Çerkezan pêkve dijîn. Li Îranê li gel Faris û Ezerîyan pêkve dijîn, li Tirkîyê hûn zanin, em hemû pêkve û di nav hev de dijîn. Çima tu sînoran çêdikî, tuyê sînoran bêxî kuderê?“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Wey maşelle ji we re û şabaş!

Şabaş ji xizmeta we re!

Naxwe Kurd li Sûrîyê bi Êzdîyan re li gel hev dijîn ha?

Yanî li gor we Êzdî ne Kurd in û milletek cuda ne ne wilo?

Ev yek…

We go wê Barzanî sînoran têxe kuderê?

Ma jê rehettir û hêsantir heye qurban?

Yan wê têxe kuna Kemaloşk û Ereboşkan û yan jî wê têxe devê kîroşk û xulamoşkan..

Îcar kîjan ji we re maqûl be, bila têxe wir.

Kuro law ma hûn berdevk û nûnerên Kurda ne, yan hûn borazan û zirnevanê Tirk, Ereb, Faris, Azerî, Ermenî û Çerkezan e babam?

Êêêêêêêê, bav û kalên me bilasebeb negotine „Kurmê darê ji darê ye“ hevaaaaaaallllllll!

Çi gotibû rehmetî M. Mistefa Barzanî?

Gotibû: „Çi kesê ku ruhê netewî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li gelê xwe bike“ wesselam…..

 

Parîs

 

About The Author