Xwesî û şeva nîvê şevê

Xwesiya mêrmirî û bî demeke dirêj e keça xwe ya tek û tenê nedîtiye û bîrkirina wê her diçe di dilê wê de tîrtir dibe. Fateloka Derbider xwe berhev kir, çend diyarî ji bo zarokên keça xwe kirîn, kete rê û berê xwe da mala keça xwe ya mêrliderve, him bo serlêdanê û him jî bo bêhnvedanê.

Zava jî, ji nebûna kar, diçe li derveyê welêt kar dike. Ji bextê reş ku bo demeke kurt tê mal, dibîne ku Fateloka xwesî mêvana jina wî ye. De zava û xwesiyê, bû serê sê salan e, îcar, bi hev re napeyivin û ava xwe di herqekê re derbas nabin; di gotebêjekê de li ser hinek mijarên malbatê, bê li ber xwe belav bikin, herduyan rakiribûne hev, serê mêr û jina kurd jî hişk û polat e, gotinên xwe li hev nehatibûne û dilê xwe li hev mane û nema êdî bi hev re diaxivin.

gelinkaynanaDemsala havînê ye mêrik, jinik, zarok û xwesiya mêvandar li ser banê malê radizên. Roj di ser hev re derbas bûn û xwesiyê mêvîndariya xwe rakêşand û dirêj kir. Zavayê belengaz hîn nikarîbû di kêlekekê de yan di quncikekê de xwe bi jinikê bigihîne û bayekî ji ber serê xwe berde, ji ber ku pîra xwesî ji quna qîza xwe naqete.

Kevir û kuçik li halê mêrik kevin. Şeveke nîvê şevê mêrik ferq dike ku teqereqa xwesiyê li jêr tê, xwe ji nav nivînan diçelqîne û nêtê lê xerab dike. Mêrê kurd e, berê li singuyê-xistî û amade ye. Xwe li tenişt xwe bi çarlepikî di bêhnikekê de, di ser nivînên zarok û xwesiyê re, gîhand nivînên hevsera xwe û yekser, bê vir-de û wê-de û aram li stu siwar bû. Mêrik di wê cengebazê de û hîn Kêlîkek derbas nebûye, jina xwe ji jêr bi pîpêlkan de hilkişiya jor û bi ser wê dîmena kenogirî de hat û dît ku mêrê wê li stuyê dêya wê siwar bûye. Mêrik veciniqî di cih de û di rewşeke têkçûyî de xwe quliband ser nivînên xwe. Feqîro wê şeva nîvê şevê, bi ne‘letanîna li xwesiyê, ew kel û agirê xwe yê tev rabûyî bi keser, bi kerrikî û bêdeng, bê xewa heta sibehê, di xwe de sar û winda kir û vemirand.

Roja din mêrik ji jina xwe lêborîn xwest û da diyarkirin ku nedizanibû ew a şeva çûyî li stu siwar bûbû, xwesiya wî bûye. Jinikê jî, ji aliyê xwe de, ji dêya xwe bi hêrs û bi xemgînî pirs kir:“Anê ma kulfetê min hele nedizanîbû ku tu di nivînên min de bûye, ma te jî nedît ku li te siwar bûye?”

Dayika pîr bi stuxwarî û fedîkariyane lê vegeran:“Biborîne keça min, lê ma tu nizanî ku va serê sê salan e em bi hev re şorê nakin (napeyivin), de min ê çawa bigota mene(nene) min?!”

 

 

About The Author