Merheba KODAR!

Belê, KODAR ji Kurdan kêm mabû, wa ew jî derket holê. Ê ji xwe Kurd ji navên cuda û navên ecêb pir hez dikin. Ku her serê çend salan navên xwe neguherin, sebra wan nayê.

Axir, bi mebesta çareserkirina doza Kurd li Rojhilata Kurdistanê, Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) sîstemek nû ji bo Rojhilatê Kurdistanê radigihîne û daxwaz ji komara îslamî ya Îranê dike ku dest bi nîqaş û mizakereyan bike.

kodar

Serkirdeyekî diyar yê (PJAK) Rêzan Cawîd li Qendîlê di kongireyek rojnamevanî de ragihand: „Berî demekê di kongireyekê de sîstema Koma Demoktarîk û Azadîya Rojhilat (KODAR) hat ragihandin. Ragihandina vê sîstema demokratîk ji bo birêvebirina Rojhilatê Kurdistanê di warê siyasî, aborî, civakî û îdarî de ye. Ev sîstem ji bo hevsengîya navbera civakek li ser hîmê demokrasîyê têdikoşê. Di vê sîstemê de navenda biryardanê KODAR bi xwe ye“ filan û fîstan.

Ji aliyê din, hevseroka KODAR`ê Zîlan Tanya jî got: „Em daxwaz ji berpirsên komara îslamî ya Îranê dikin ku bi hûrî vê sîstemê bixwînin ta ku bi awayekî aştîyane û bi awayekî demokratîk çareserîya doza Kurd bê kirin. Pêwîste Komara Îslamî ya Îranê damezrandina KODAR wek derfetekê ji bo guherîna siyaseta xwe binirxîne“ filan û xeftan.

Belê, li şûna PJAK ê KODAR hat damezirandin û KODAR jî wê ji bo Îranek demokratîk tê bikoşe û xort û keçên Kurd ji bo Îranek demokratîk û Farisên qûnreş bide kujtin.

PJAK ê Rojhilatê Kurdistanê azad kir û kir tiiiirrrrrrrrrrrrrrrrrr, ma dora KODAR ê û demokratîkkirina Îrana mela û sofîkan.

Ê ji xwe demokrasîya Îranê û şûştina qûna mela û sofîkan li ser pişta Kurdan maye wî, ma go Kurd nebin demokrasî tê dinyayê?

Ê de bajooooonnnnnnnn!!

Mahabad

kodar2

About The Author