Salihê me mîrkutek li nav serê ENKS xist

Salihê me mîrkutek xweş li nav serê ENKS xist

Belê, hevserokê PYD xalê me Salih Mislim lotikek avêt û ji malpera Monîtor a Tirkî re axivî. Salih Mislim silavek germ da rojnamevana Tirk Amberîn Zaman û çend lotikên ademî virde wêde avêtin.

Axir, xalê we Salih Mislim mîrkutek li nav serê ENKS û girgirekên wê xist û hema bêjin tir ji wan berda.

Salih Mislim di derbarê ENKS de ji Amberîn Zaman a germik û nermik re çi gotibe başe hûn zanin?

mislim KopieGotiye: „Te go ENKS? Tew tew tew, tew mala minê! Heke partîyên opozisyonê bawer dikin ku wê desthilatê  bêyî ku tilîya xwe hildin û bêyî ku xizmeta xelkê bikin bi me re parve bikin, tiştekî ne rast e, xewn e û xeyal e.
Me li gor rêkeftina Hewlêrê a sala 2012`an derfetek da wan. Hemû partîyên Kurdî di bin sîwana Desteya Bilind a Kurd de bûn yek daku beşdarîyê di rêveberîyê de bikin. Lê belê ew tembel bûn, zexel û tiral bûn. Dixwazin desthilatê li ser sifreyek hazir werbigirin. Tu kar ji bo gel nekirin û niha jî dixwazin tiştên ku me kirine ji hev bixin. Ma ev karê aqilaye qurban, ma kesên tirsonek sînga gewr dibînin yaw. Ew partî (ENKS) dixwazin encûmenên hatine hilbijartin hilweşînin û rêkeftina me ya li gel Ereb, Ermen, Xiristiyan û ewên ku beşdarîya rêveberîyê kirine têk bibin û carek din vegerin ser sifra goştê qelandî“
û da ser pişta ENKS.

Salihê me bal kişandiye ser nakokîyên navbera PYD û PDK jî û gotiye: „Kurdên Iraqê birayên me ne, rêzdar Mesûd Barzanî birayê me ye. Lê ew me bi hevkarîya bi rejîmê re tawanbar dikin û bi vî karê xwe rê didin DAÎŞê ku êrîşî ser me bikin, ev ne rast e“ filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim, mesela me li ser xalê me Salih Mislim û ENKS bû.

Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ma xalê we Salih Mislim ne rast gotiye? Ma kesên tirsonek sînga gewr dibînin exûyî? Ma tembel, zexel û tiral karin çi bikin? Ma tiştekî bê bedel û bê berdêl heye? Na wele tuneye. Heke birastî ENSK dixwaze li rojavayê Kurdistanê bibe şirîkê para goştê qelandî, divê hem bedelê bide û hem jî berdêlê. Yan na, „emê karekî nekin, li başûr rûnên, her roj goştê elokan bixwin û emê bibin şirîkê sifra hazir“, na wele hem xewn e û hem jî xeyal e.

Îcar exûyî, ha hezret û şêx û girgirekên ENKS!

Yan werin rojava û wek mêran dakevin qada şer (bi hêza xwe) û yan jî hûn jî wek PYD û xalê me Salih Mislim serê xwe bişuxulînin, hem li nêl xin û hem li bizmêr û têkevin ser sifra goştê qelandî û hûn sax…

Ma tiştekî belaş heye exûyî?

Qamişlo

About The Author