Xwedê neyne serî kesî rebbî!

Ê de werin û kirasê xwe neçirînin û nedirînin. Çawa meriv nikaribe derbasî welatê xwe, bajarê xwe û nav zarokên xwe bibe. Û çawa meriv bi destê partîyek Kurd wek PYD bibe penaber û hêsîr. Ma ji vê zehmettir heye gelo?

Axir, li ser bextê fitne û fesadên nava PDK-S be, dibêjin serokê PDK-S xalê me Siûd Melle piştî demek dirêj xwestiye derbasî rojavayê Kurdistanê bibe û malbata xwe bibîne. Lê dibêjin tofan û bablîsoka asayîşa PYD lê rabûye û li sînorê Dirbêsîyê aliqîye û polîpoşman vegeriyaye başûrê Kurdistanê.

Dibêjin gava xwestiye derbasî rojava bibe, asayîşa YPG gotine “ Hoooooppppppp û stop! Em li ezmanan li te digerîyan, tu li erdê bi destê me ketiye. Te xêr e xalo can? Ma tu nizanî go me fermana girtina te derxistiye cîgerim, tew belkî em te nefî jî bikin“ û ew çavtirsandî kirine.

siud_mella_663420712Êêêêê,  can şîrîn e wey, ma kesek dixwaze bê girtin yan jî nefîkirin. Û hem jî bi destê partîyek Kurd. Û tew go xalê me Siûd bê girtin û bi destê PYD û YPG bê nefîkirin û bibe mihacirê Kenya û Somalîyê wê çawa bibe em meraq dikin.

Werhasil, dibêjin xalê me Siûd Melle sûnd xwariye go bi çi awayî dibe bela bibe, ewê her rojekê derbasî rojava bibe

Ez serê we neêşînim, niha serokê PDK-S xalê me Siûd Melle bûye qaçaxê destê PYD û YPG û li başûrê Kurdistanê hêsîr maye. Îcar wê PDK başûr  û siyaseta wê çareyek çawa ji dostê xwe re bibînin kesek nizane..

Ê de derbasbûyî be xalê Siûd!

Hesekê

 

About The Author