Barzanî çû, ma ala Kurdistanê

Belê, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêr û Silêmanîyê be, dibêjin Encûmena Tevgera Goran li ser rûpela xwe ya Fesadbookê wêneyekî serokê nû yê Parlamentoya Kurdistanê belav kiriye ku li ofîsa xwe ji dêlva wêneyê Mela Mistefa Barzanî ayetek Qur’anê danîye.

Di wî wêneyî de derdikeve ku serokê nû yê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed ayeta Qur’anê ‘’We Umirhum Şûra Beynehûm’‘ li cihê wêneyê Mele Mistefa Barzanî danîye û xizmeta Erebên qûnreş kiriye.

Wek tê zanîn, demekê  Erselan Bayîz jî wek Serokê Parlamentoya Kurdistanê, wêneyê Mela Mistefa Barzanî ji odeya pêşwazîya mêvanan derxistibû û dîsa xizmeta Erebên qûnreş kiribû.

Axir, dibêjin „Kurmê şîrî heta pîrî ye“. Yan jî „Çêlîkên maran bê jehr nabin“.

gorranÎcar ev jî mesela me û Tevgera Goran û lotikvanên wê ne.

Tevgera Goran jehra xwe ji îdeolojîya hinek lotikvanên YNK girtiye û dixwaze bedena Kurd û Kurdistanê bi wê jehra Silêmanî jehirdar bike. Dijminatîya Barzanîyan û PDK ketiye xwîna wan û ji bo ew xwîn bê pakkirin jî, „panjehr“ ek ( jehra li dijî jehrê) Kurdistanî lazime.

Werhasilî kelam, Yûsiv Mihemed beg ê Goranekanim wêneyê M.Mistefa Barzanî ji ofîsa xwe rakiriye.

Îcar ma çi?

Ma rakirina ala Kurdistanê!

Bi xêr û selamet wê zîtirkvanên Tevgera Goranekanim  rojekê ala Kurdistanê jî ji ofîsên xwe rakin û li şûna wê ala Erebên qûnreş daliqînin.

Û bi çi cesaret û wêrekîyê van kiryarên kirêt dikin?

Ji ber „bêsîyasetî û bêhelwestîya“ siyaset û helwesta PDK û Barzanîyan.

Heke Barzanî û PDK bi wê siyaseta xwe ya germik û nermik, bi siyaseta fîftî fîftî, bi qurban û heyran, nêzîkî meselê nebûya, îro ev qebhet û sosret jî pêk nedihatin, wê herkesî heddê xwe zanîbûya.

Îcar qurban, bela Barzanî û PDK li halê xwe bigirîn kaka.

Ma hema barê Kurd û Kurdistanê li ser pişta Lotikxanecîyan maye babam!?

Swêd

About The Author