Vê fersendê nerevînin, kîrê xwe sîgorta bikin

Belê, me sîgortakirina her tiştî bihîstibû, lê me nebihîstibû ku meriv kare kîrê xwe jî sîgorta bike. Şikir ji xwedê re, va ev jî derket. Yanî, sîgortakirina xirik û mirikan.

Li hindek welatên Ewrûpayê sîgortakirina kîr heye.  Çawa ku jin karin memikên xwe, qêl û kelefên qûna xwe sîgorta bikin, zilam jî karin halet û xiyarên xwe sîgorta bikin. Lê kesî yeqîn nedikir ku wê ev tişt li Tirkîyê jî dest pê bike.

penis_500 Kopie

Axir, xwedîyê şîrketa „Erkekpakêtî“-Pakêta zilaman- Ersîn Mete Erturk, cara yekem li Tirkîyê dest bi sîgortakirina xir û kîran dike û lotikek balkêş davêje. Ji meha Hezîranê û pê de her kesê ku bixwaze êdî kare kîrê xwe sîgorta bike û pix bike xewa şîrîn.

Ersîn Mete Erturk, dibêje ku ewê heta bi 50 hezar lîreyên Tirkî kîran sîgorta bikin. Hem jî belaaaaaşşşşşşşş!

Lê 50 hezar lîreyên Tirkî wilo bi hêsanî ji şîrketa sîgortayê nayê stendin. Heke di qeza yan di bûyerekê de kîrê we di qurmik de jêbibe û hûn bê kîr bimînin, aha wê gavê hûnê karibin 50 hezar lîreyên xwe bistînin û têr goştê mirşkan bixwin. Yan na, pere tune.

Axir, sîgortakirina xir û kîran li Tirkîyê dest pê kiriye gelî xwendevanan.

Heçê bixwaze cîhekî tebût û saxlem ji xirê xwe re çêke û wî sîgorta bike, nesekinin. Kîrê xwe belaş sîgorta bikin û ling bavêjin ser ling.

Û heke rojek ji rojan pare ji we re lazim û pêwist bû û hûn muhtacî 50 hezar lîreyên Tirkî bûn, hema nesekinin, bi meqes yan bi kêrek ko (ne tûj) kîrê xwe di qurmik de jêkin û 50 hezarê xwe têxin bêrîka xwe û hûn sax…

Stenbol

t8dabb4_72640_zwerg_nase

penis

About The Author