Bizin bûn qaçax

Dibêjin, xwedêgiravî, van rojan, dewleta qûnekên Iraq û Şamê (Daiş), li çiyayên Ebdil-ezîzê, ya ser bi Parêzgeha Hesekê ve, fitwak derxistine ku ne di Qur-anê de hatiye gotin, ne di gotinên Mûhemed de heye û nejî di zagonên sererd, binerd û ezmanan de heye. Law ez bi terya ser qûna bizinê kim ku fitwa bavê Teyar bi qasî hezar û yek car ji fitwa van qûnekan neçêtirbe wîîî! Û qasî sed û yek carê jî fitwa Cemal Abdilnasir ji bo qedexekirina bizinan ji ya van dêqahpan çêtir bû. Di dawîya salên pêncî de, dema yekîtî di navbera Sûrî û Misrê de çêbû, serokê Erebên sererd û binerd yên wê demê Cemal Abdilnasir biryara qedexekirina bizinan da, bi sedema ku bizin daran dixwin û yabo hema bizin li Sûrî bûn qaçax! Nizanim çima van Ereboşkan bela xwe firotine bizinan! De îca werin û binêrin bê van qûnekan çi fitû derxistine!

ziege_popup KopieHakimê şerî-etê yê dewleta zinêkar, qewad û qûnekên Iraq û Şama şerîf fitwê wilo dide: ji ber quzên bizinan li çiyayê Ebdilezîzê ne veşartî ne, û ev jî dibe sedema ku ez û qûnekên bi min re li wan har bibin û dev ji zikir û cîhada xwedê berdin, me fitû da ku ji îro pêve bizin bûn qaçax, we bizin li ku dîtin, yan wan bikujin, yan jî nefî bikin ba Sultan. Bizina ku bi we re neyê, hema di ser qûna wê kevin û dilê min û xwe lê hênik bikin. Di fitwa hakimê bênamûs de, navê pepûkê nêrî jî derbas nebûye haa, yanî nêrî, xirrê xwe xistiye bin zikê xwe jî lê ji  fermana fitwa zinêkaran rizgar nebûye!

Ê law hey min xirrên nêriyên sax û mirî di dê û xwehê we kirino, ma hûn ji kîjan qonax û ji çi qirêj û gemarê çêbûne û bûne bela serê vê dinyayê! Ma ew xwedayê ku bizin çêkirin, ma qey wek we bi aqil nedihat ku cilikekê, paşmalkekê, yan terîkê dirêj bi ser quzê bizinê de dake û wê bistrîne? Ma qûnên diyên we, li binê wê beriyê ji yên wan bizinan ne tazîtirin? Çima hûn lotikan li wan jî naxin û wan naşînin navçeya Licê, bera wan bergîlan bera ser dilên wan din, dibe ku hinekên ji we mirovtir û paqijtir ji wan çêbibin! Îro dora bizinan e, sibe jî dora pisîkan e!

Kurdistan

bizino Kopie

About The Author