Belê, piştî 6-7 mehên dûdirêj, dibêjin partîyên Kurdistana Soranistanê li ser avakirina hikûmetê li hev kirine û dawî li bazara berjewendîyên xwe anîne. Heke her partîyekê parîyek berjewendî nekiriba para xwe, tew belkî 4-5 salên din jî hikûmet ava nebûya. Lê ya bi xêr.
Li ser bextî zinêkar, gendel û bertîlxurên bajarê Hewlêr û Silêmanîyê be, dibêjin piştî lotik û zîtirkên germ û nerm, YNK û PDK li ser wezareta navxweyî li hev kirine û gîhane encamekê.
Lê encam jî çi encam haaaaaaa, Fîftî Fîftî!
Yanî, wê wezareta navxweyî 2 salan ji PDK û 2 salan jî ji YNK re be.
Ê helbet wezareta navxweyî wezareta herî girîng e. Kî wê wezaretê bistîne, wê li gora dilê xwe civatê bihûne û xwe têxe her qul û kewarên dezgehên sererd û binerd. Yanî, wê hewl bide ku civakê bike wek xwe.
Axir, xuyaye kakacanên me bi êşa „Fîftî Fîftî“ ketine ku ev êş jî ji êşa mirîşkan û ji nexweşîya gen û qijnikan jî xerabtire.
Yanî, heke YNK wezareta navxweyî 2 salan misoger nekiriba, wê di hikûmeta nû de cîh nesitenda û tew belkî hewlên avakirina hikûmeta nû beravêtî jî bikira.
Belê gelî lotikvanan, aha Kurdekanên me ev mexlûqat in.
Ê xelkê di nava 1-2 hefteyan de hikûmeta xwe ava dikin û dest bi karê xwe dikin, ê me jî berjewendîyên netewî û Kurdistanê dikin bi qurbana xirrê xwe û partîyên xwe û incex di 6-7 mehan de hikûmetê ava dikin.
Ê de ya bi xêr lo, xwedê çi kiribe betal nabe wesselam..
Dihok
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Xaltîka me Ehmed tir ji Romîyan berda
Pêşmerge jî wek Bahçelî nikare Kurdan biparêze. Hey yawrûm hey!