Kurd û Ereb

faruqoBirê min ê biçûk li Întercontinentalê dixebite.
Du erebên qûnreş jî li hotelê dimînin.
Her du camêr jî ka bîseksuel in, ne bîseksuel in nizanim,  di odeyekê de radikevin.
Pir vexwarine û serxweş in.
Piştî nîvê şevê birçî dibin û telefonî xizmeta odeyan (room service) dikin.
Birê min xwarina wan li ser erebokê dike û dibe odeya wan.

Jixwe bi wê serxweşiyê deriyê wan jî li ser piştê vekiriye û birê min rasterast derbasî hundir dibe û ji wan dipirse ku wê li ku xwarina xwe bixwin.
Bi îngiliziyeke beradayî tiştina dibêjin, lê birê min baş ji wan fêm nake.
Xwarina wan li ser maseyê ye, lê her du camêrên me dixwazin li erdê bixwin.
Ji wan yek rûyê maseyê ji maseyê dişeqitîne û wek sifre li erdê radixe û xwarina xwe li ser wê bi cîh dike…
Li dora sifreya xwe rûdinin, dest bi xwarina xwe dikin. Berî ku birê min ji odeyê derkeve, ji wan yek bi wê îngilîziya xwe yî çeloxwarî ji birê min re dibêje, „Tu ji ku yî?“ Birê min dibêje, “Ez kurd im û ji Kurdistanê me”.

enikek KopieErebên me ji peyva kurd û Kurdistanê aciz dibin û bi awayekî fermandarî ji birê min re dibêjin, vê veke, wê deyne vir, rahije sênîkê, araqê bîne û pêjna xwe nexweş dikin…

Axir, birê min ji wan aciz dibe û bi bişirîn ji wan dipirse, „Ezbenî gelo hûn ji ku ne?“
Erebên me bi awayekî serbilindayî dibêjin, „Em ji Suûdî ne“
Birê min serê xwe bi bişirîn kil dike û dibêje, „Ez bikutim quzê dêya we!“
Her du ereb fêm nakin lê xweşiya wan dihere, dibêjin „Ohh! Very nice!“
Birê min dibêje, „Erê erê, very nice û çawa very nice…“

About The Author