Bijî „Mumîn“ başqan!

sofi xelefBelê, serokê Kurdên sererd û binerd sayin û pir mezin başqan Ocalan, lotikek bi îman avêt û kumê xwe li serê misilmanên mumîn kir.

Wek hûn zanin, başqanê me xwestibû ku konferans yan kongreyek „Îslama Demokratîk“ bê lidarxistin û îmana misilmanên mumîn bê tazekirin. Ew civîna tirtire li Amedê çêbû û nêzîkî 350 qeraseyên zilaman tê de beşdar bûn. Helbet ez ji nav wan zilamên qerase kêm bûm. Tam di kêlîka go ezê beşdarî civînê bibûma, xeber hat ku kontenjan tije bûye û cîh ji Sofî Xelef re nemaye. Lê xem nake, şikir ji xwedê re. Wa başqanê me „brayên xwe yên mumîn“ anîn cem hev û stûna Îslama Demokratîk danî.

Axir, gellek xêrnexwaz û nezan dibêjin, „Ê de wêde herin lo, ma hûn zarokan dixapînin oxlim, şerîet çawa dibe demokratîk? Ma rovî û sûk?“ filan û fîstan û lotikan li başqanê me dixin. Lê başqanê me himmet û kerametên xwe nîşanî dinya û alemê da û îspat kir ku ew kare di nav çar dîwarên Îmralîyê de jî brayên xwe yên mumîn bîne cem hev û ava serê şerîeta „îlkel Mîllîyetçî“ û „paşverû“ bikelîne. Kuro aferîn ji te re sayin başqan! Aha siyaset ev e.

ocalanBaşqanê me bi sosyalîzmê dest pê kir û bi ekolojîyê Kurd anîn dema îro. Û îro jî bi Tirkîyetî û HDP Kurdayetî bi pêş dikeve. Çi mabû? Mabû Îslama Demokratîk. Û başqanê me çi kir? Demokrasî di mejîyê mumînan de jî çand û mejîyê wan ê gennî belawela kir, şaşika serê wan xwar kir. Heke piştî vê lotikê mislimanên mumîn dîsa dijminatî û dijberîya Kurdan bikin, bizanin ku hê demokrasî baş fêhm nekirine û civînek din ji wan re lazime. Lê ez bawerim piştî vê lotika başqanê me, stûnek ji stûnên Îslama Kevneperest şikest û wê Îslama Demokratîk biserkeve. Ê de ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî!

Werhasilî kelam, ez wek sofîyekî Îslama Demokratîk vê lotika başqanê xwe pîroz dikim û destê xwe li pişta wî dixim.

Û ma çi?

Ma „Xiristîyanîya Demokratîk“.

Bi xêr û selamet, heke xwedê bê erê û Îsa û Mihemed jî bisediqînin, piştî serketina „Îslam û Şerîeta Demokratîk“ îcar wê pêvajoya „Xiristîyanîya Demokratîk“ jî dest pê bike. Û helbet piştre wê dor bê ser „Cihûtîya Demokratîk“ „Êzîdîtîya demokratîk“ „Bûdîzma Demokratîk“ „Şamanîzma Demokratîk“ û wekî din.  Lê dibêjin başqanê me „Senteza Tirk-Îslam a Demokratîk“ hiştiye herî dawî. Kengî go ew ol û bawerîyên din demokratîze û germik û nermik bûn, îcar wê lotika herî xurt bê avêtin û pêvajoya demokratîkkrina „Senteza Tirk-Îslam a Demokratîk“ dest pê bike. Helbet, heke heta wî çaxî mejîyê Kurdan nebe şorbe û çeqilmast, baş e.

Ê de xwedê kerîm û rehîm e.

 

About The Author