Kongreya Îslama Demokratîk û nêzîkbûna rast

cemil bayikKongreya Îslama Demokratîk li Amedê pêk hat. Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku civaka Îslamê lê dijî di roja me de bi kaos û êrîşên dermirovahî yên li tu cihên din ên cîhanê tunene re rû bi rû ye. Şik nîne ku berpirsiyariyeke bingehîn a êşên li Rojhilata Navîn tên jiyîn hêzên derve ne. Lê belê tenê girêdana va êşan a bi hêzên derve re wê ji rastiyê dûr be. Gelo civakên Rojhilata Navîn û hêzên siyasî çima ji pirsgirêkên tên jiyîn re çareseriyê nabînin? Bersiva vê pirsê pir girîng e.
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo lêpirsîna van aliyan û nîşandana rêyên çareseriyê pêk hat. Gelek derdoran ev yek bi erênî pêşwazî kir. Lê hin derdoran jî kongre ji rastiya wê dûr girtin dest û nirxandinên neyînî kirin.  Ji ber ku banga vê kongreyê ji aliyê Rêberê Gelhe Kurd ve pêk hat, derdorên dijber ên Rêber Apo û PKK’ê mîna her carê neyînî nêzî vê kongreya ku têkildarî Tevgera Azadiyê didîtin bûn. Lê belê nêzîkbûna erênî ya ji aliyê gelek derdoran ve girîngiya kongreyê derdixe holê. Bandorên vê kongreyê wê mezin bin; ji bo rizgarbûna ji rewşa jêneder a Rojhilata Navîn wê rê nîşan bide.

Rêberê Gelê Kurd di sala 989’an de dema pirtûka xwe ya bi navê „Ji Pirsgirêka Olê re nêzîkbûna şoreşgerî“ derxist jî rastî heman helwestan hatibû. Hinekan digot, „PKK olê bikar tîne“, hinekan jî nirxandinên mîna, „Gelo PKK verdigere tevgereke olî“ kiribûn. Niha jî yên neyînî nêzîk dibin îdîayên erzan ên bi heman rengî tînin ziman.

Divê were zanîn ku heta ji aliyê civaknasî, çandî û siyasî ol neyên lêkolînkirin û têgihiştin, wê ne mimkun be gelek bûyerên siyasî, civakî û çandî yên li cîhanê diqewimin werin fahm û rawe kirin. Ol hafizaya siyasî, civakî û çandî ya dîroka mirovahiyê ne. Her kes ê ku vê yekê rast fahm neke û hewl nede ku bixe bin xizmeta jiyana azad û demokratîk ya mirovahiyê bêrêziyê li hember dîroka mirovahiyê dike. Beriya her tiştî jî ev tê wateya bê hafiza û zanistî hiştina civakê. Heger di roja me de PKK li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûye hêzeke siyasî ya bi bandor, sedemeke vê yekê jî nêzîkbûna rast a ji bo ol û Îslamê ye. Yên vê  fahm nekin tenê dikarin cahilê dîrok, civaknasî û siyasê bin. PKK bi rast nêzîbûna olê re asoyê xwe teng nekir, berovajî firehtir kir. Gihişt derfeta ku dîrok û civakê baştir fahm bike.

Bêgûman daneheva mirovahiyê tenê bi olan ne bisînor e; tenê bi olê nikare were rawekirin; lê belê dûr sekinîna ji danehevên mirovahiyê yên di olê de bebirçavbûne wê were wateya bûyina hewlesteke nîvco ya ji bo mirovahiyê.

Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd bi nêzîkbûna rast a ji olê re mirovahiyê û sosyalîhstan ji vê rewşa nivcoyî rizgar dike. Sosyalîzm bi vê nêzîkbûnê re digihije wateya xwe ya rast û bingehê civakî. Mîna ku hemû ol civakîn ne ola Îslamê ku rastiyeke çandî ya gelên Rojhilata Navîn e jî civakî ye. Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd vê Îslama civakî û çandî ji Îslama dewletparêz û desilatdar vediqetîne û nirxên Îslama çnadî dixe parçeyekî danaheva sosyalîst jî di nav de hemû hêzên civakê yên siyasî û civakî. Heger sosyalîst vê danehevê ji bo têkoşîna xwe ya siyasî û civakî bikin bingeh wê xwe bihêztir bikin.

Helwesteke mîna bikaranîna olê ya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurt tune ye. Berovajî hewl dide bikarîna dewletê ya olê ku nirxekî civakî û çandî ye asteng bike. Mîna bikaranîna olê, xistina xizmeta desilatdarî û dewletê tiştekî din kirêt tuneye. Tevgera Azadiya Kurd bi tu awayî nezî têgihiştineke bi vî rengî ya êş bi mirovahiyê dane kişandin nabe. Bila herkes vê yekê bizanibe. Tiştê ku Tevgra Azadiya Kurd dixwaze bike ewe ku maf û nirx bide hebûneke çandî û civakî ya mirovahiyê.
Nirxandenên mîna ku PKK tevgereke oldar an Îslamî ye gotinên sefsete û baradayî ne. Tevgera Azadiya Kurd têgîn û têgihiştinên mîna neteweperestî, olperestî, cîsperestî û hwd. mîna têgihiştinên ku êşa mezin bi mirovahiyê dane kişandin dibîne. Lewma jî nayê fikirîn ku bibe hêzeke oldar.

Tevgera Azadiya Kurd ne tenê ji bo Îslamê, ji bo hemû ol, mezheb û baweriyan heman helwestê nîşan dide û dixwaze mafê wan bide wan. Ji ber vê yekê jî mîna mirovên kor ên hewl didin fîlê tarîf bikin, hinek PKK’ê mîna tevgereke Xiristiyan, Elewî, Êzîdî û hinek jî mîna tevgereke ateîst binav dikin. Mîna ku ev tev ne rast in, îdîayên ku PKK tevgereke Îslamî ye jî ne rast in. Ya rast; PKK di nava hewldanê de ye ku Îslam a nirxekî mezin ê Rojhilata Navên û piraniya Kurda ye rast were fahmikin. Li ser heman bingehî jî nirxên Îslama civakî  û çandî yên mîna maf, dad û wekhevî mîna bingehê jiyaneke komunal a demokratîk dibîne. Tevgera Azadiya Kurd ji ber vê helwesta xwe ya nîşan dide jî serbilind e.

Tevgera Azadiya Kurd bi vê gav û helwesta xwe li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hebûna hemû baweriyan ên mîna Xiristiyantî, Elewîtî, Êzîdîtiyê dixe bin misogerî û ewlehiyê de.  Divê ev hewldana Tevgera Azadiya Kurd mîna têkoşîna jiyaneke azad û demokratîk a bi hevre ya li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn were dîtin.

Yeni Ozgur Politika

About The Author