PYD Beşar Emîn şand malbavana

Belê, PYD, YPG û asayîşa wan dane ser pişta PDK-S (Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê) û bi qamçîyan bi nav guhê wan dikevin. Li gor tê gotin, PYD wek pisîkê daye ser pişta endam û serkirdeyên PDK-S û endamên PDK-S jî wek mişk xwe ji ber lotikên PYD vedişêrin, xwe ji wan disitirînin.

Axir, li ser bextê fitne û fedasên nava PYD û PDK-S be,  dibêjin PYD a ku dixwaze Tevgera Goran ofîsên xwe li rojavayê Kurdistanê veke, rê nade ku PDK-S bi rehetî siyaseta xwe li rojavayê Kurdistanê bike. Çima? Ji ber ku PDK-S ne di bin kontrola wan de ye, ne di xeta wan de ye, alîgirê PDK û Barzanî ye û ev jî li hesabê PYD û rejîma Sûrîyê nayê. Li gor fitne û fesadên Qamişlo û Cizîrê dibêjin, PYD bi taybet nahêle ku rêvebir û serdarên PDK-S derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û yên li rojava ne jî bi guhê wan digire û wan nefî dike başûrê Kurdistanê. Hem jî şût û rût. Ê helbet canim, ma kesek gepa devê xwe dixe devê hinekên din? Ma kesek dixwaze şirîk ji wan re çêbibin? Ma kes dixwaze hinek destê xwe têxin bêrîka wan? Na.

pdk-s KopieAxir, li gor jinkok û mêrkok li ser tenûrên Hesekê û Amûdê dikin galegal, dibêjin asayîşa PYD şev nîvê şevê girtine ser mala endamê polîtburoya PDK-S xalê me Beşar Emîn, bi qerpika stuyê wî girtine, tev pîjama û pêxwas ew ji malê derxistine û bi xwe re birine. Li gor ku Sekreterê polîtbîroya Partîya Demokrat a Kurdistan-Sûrîye Mihemed Îsmaîl gotiye, asayîşa PYD Beşar Emîn tev pîjama û cil û bergên şevê û pêxwas nefî başûrê Kurdistanê kirine û xalê me Beşar Emîn niha li başûr e, li malbavanan e. Ji ber ku PDK-S alîgirê PDK û Barzanîyan e, asayîşa PYD gotine „Ê de here malbavana qurban, cîhê te wir e, ne vir e. Ê de heke mêr bin bela malbavanên te bên û heyfa te hilînin“ û ew bênimet kirine.

Ez serê we neêşînim, PYD, YPG û asayîşa wan hesabê partîyên Kurdan, bi taybet hesabê PDK û alîgirên wê bi kîrê xwe nakin. Wan şût û rût nefî dikin û davêjin başûr (xwedê ji wan razî be, başe ku wan nefî Afrîkayê nakin û wan li Kenyayê nakin penaber).

Aha gunikreşî û mêranî ev e ha gelî xwendevanan..

Kuro ma çi xêr ji zilamê tirsonek derdikeve hûn bi qedrê xwedê kin?

Ma go meriv wek PYD bi qerpika stuyê zilaman negire û wan şût û rût ji malên wan dernexe, hêjaye çi?

Ê de derbasbûyî be xalê Beşar Emîn!

Qewet be ji we re gelî girgirekên PDK û PDK-S ê!

Welle û bille PYD û YPG kumê we xwar kir û qîmetê we kir pênc pare lo..

Îcar hûn kumê xwe rast dikin yan rast nakin, ji vî ve û xelas…

 

About The Author