Aha aqil ev e haaaaaa!

Belê, dibêjin gava rebbê alemê aqil belav kiriye, hinek insan jê mahrûm mane. Yan di wextê xwe de nehatine, yan jî di xewa şîrîn de mane û ji aqil bêpar mane. Xuyaye ev jî mesela me û şivanê bajarê Elezîzê ye.

Li bajarê Elezîzê, Aydin Kiyak ê 65 salî şivantîyê dike. Şivanê pez e. Tu nabê gava Aydin efendî devê xwe vedike, mêşek dibê „viiizzzzzzzz“ û dikeve qirika wî. Mêş bi qirika wî ve dizeliqe û xwe jê bernade.

elezizo

Êêêêê, wê çi bibe, çawa bibe, rebenê Aydino nizane. Radibe bi ehmeqekî xwedê dişêwire û li çareyekê digere.

Ê ehmeq jê re dibê „dermanê mêşan vexwe“ û Aydinê me jî bi ya xiyarê ehmeq dike. Radibe îskanek dermanê mêşan ( jehra mêşan) vedixwe û qaşo dixwaze ji mêşa qirika xwe xelas bibe. Lê li şûna ku mêş bi derman bimire, ew dikeve haletê mirinê û dermanê mêşan qûşê lê dixetîne.

Axir, rebenê Aydin Kiyak radikin nexweşxanê û dikeve qomayê. Bi zor û heft bela aşika wî bi jehrek din dişon. Lê rebenê min û we hîna jî di komayê de ye û di xewna xwe de jî dermanê mêşan dibîne.

Ê de ka îcar bêjin hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ma terî ji kesên wilo ne kêm e?

Ma law vexwarina dermanê mêşan û kujtina mêşa qirika te?

Heke ew mêş ketiba cîhekî din teyê çi bikira xalê Aydin?

Elezîz

About The Author