Gelo ev lotik xewn e yan xeyal e?

Belê,  Partîya Çareserîya Demokratîk a Kurdistan PÇDK (beşê PKK li başûr), xwepêşandanek li pêşîya avahîya Parlementoya Kurdistanê li Hewlêrê li dar xist û lotikek avêt. Lotikvanên PÇDK daxwaz kir ku aqûbeta gerîlayên PKK yên ku di sala 1996an de ji alîyê pêşmergeyên PDK ve hatibûn kujtin bê eşkerekirin. Piştî vê lotika PÇDK,  Encûmena Serkirdayetîya Parêzgeha Hewlêrê ya PDK bersiva PÇDK û PKK da. PDK bi lotikvanîyek tund û xurt êrîşî PKK kir û PKK wek piyonê dijminên Kurdan binav kir.

Ecêb e, gelo gurek li ku miribû?

Yan qantir za?

Yan hûn dibê PDK êdî PKK baş naskiriye û hişê PDK hatiye serê wê?

Êêêêêêêê, belasebeb nabêjin „Heta me xwe nas kir me emir derbas kir“ kaka.

Heta PDK xwe û PKK nas kir, hasil gîha Mûsilê û kera nîha kefenê 101 bavê Kurdan wesselam.

Lê na na, bawer bikin lotika PDK ne ji kezebê ye, ji qirikê û berjor de ye canim….Hingî kêfa wê ji PKK re tê ev daxuyanî dane. Yan na piştî hevkarî û dostanîyek 35 salan çima wê PDK PKK bide ber lotik û zîtirkan ne wilo?

pdk-pkk Kopie

Naveroka daxuyaniya PDKê ya li hember PKK li jêr hatiye nivîsandin. Daxuyanî ji malpera fermî ya PDK hatiye girtin.

————————–

Roja Pêncşemê hejmarek ji endamên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ya ser bi PKK ve di hewlek qirêj de, kombûnek li himber Parlamentoya Kurdistanê çêkirin û çend tohmetên bê esas arastî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin. Daxwaza çarenivîsa wan kesan kirin ku di şerê PKK yê ser xelkê Herêma Kurdistanê de winda bûne.

Li himber van hewlên wan, em dibêjin ku berî her tiştî ew kî ne?

Bi çi mafekî rê didin xwe biaxivin û derewan li ser Herêma Kurdistanê bikin?

Grûpeke ku muhleta wan ji bo karê siyasî nîne û dûvikê PKK ye ji bo têkdanê û nerastiyan li Başurê Kurdistanê, bi çi mafekî tê û kombûnan çêdike?

Gerek pirsyar jê bê kirin, hûn kî ne?

Hûn bi destê kê çêbûne û hûn çima çêbûne?

Hûn û PKK we çi destkeft ji bo gelê Kurd bi dest xistine?

Ji bilî têkdanê û tevlihevî û nerastiyê û herwiha çêkirina astengî û aloziyan li pêşiya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, we çi kiriye? We ji bîr kiriye ku di destpêka salên 90an de çawa we bi biryara muxaberatên dewletên derdorê we şerê gelê Kurd li Kurdistanê kir û bi wê sedemê çawa hejmarek mezin şehîd ketin?

Ew dibêjin ku nêzîkî 80 gerîla li sala 1996 li Hewlêrê hatine kuştin, eger ev gotina wan rast be, pirsa me ev e: 80 gerîla li nav Hewlêrê çi dikirin?

Eger ji bo pilanekê nebe, karê wan çekdaran li Hewlêrê çi bû?

Bi dehan salin ku erdê xelkê dagîr kirine, bacê ji xelkê distînin, jin û zarokên xelkê direvînin û bazirganiyê bi muxedîratan dikin, kê maf daye we hûn Herêma Kurdistanê dagîr bikin?

Eger hûn rast bin, çima hûn naçin nav cih û warên xwe çalakiyan nakin?

Ev yek diyar dike ku hûn bi armanc û ji bo serêşan û rêgirtinê li serkeftina gelê Kurdistanê bi taybet li Başûr, hûn hatine erkdar kirin. Ji bîra kesî naçe ku piştî êrîşa Enfalan ya ku li dijî miletê Kurd li Başûr, li şûna hûn bergiriyê li Başûr bikin, we koletî ji rejîmê re hilbijart û ji bo wefadariya xwe ji Baas re we çend pêşmergeyên Başûr dan destê rejîma Baas, wek Mihemed Hemdî, Idrîs (Ehmed Kadîr), Nîzar Mihemed Xirabî, Seadulla Avdel, Xalid Wermelî û Nizmî Wermelî.

Başe kî li xwîna vana bipirse?

PÇDK û PKK bera bersiv bidin, çima we ew şoreşger dan dijmin?

Gerek kî bê dadgeh kirin?

Başe, jin û zarokên gundê Dêzo bi çi gunehî bi destên we şehîd ketin û piştre we ew di nava malên wan de şewitandin?

Başe, hûnê çawa bersiva wan xelkên sivîl û guneh bidin ku bi sedema mînên we şehîd û birîndar bûne?

Başe,  hûnê çawa bersiva kadir û endamên xwe li herçar parçên Kurdistanê bidin ku bi destên we tesfîye bûne û hatine kuştin, piştî ku zanîn hûn bi dû çi ketine û hûn ji bo berjewendiya Kurdistanê kar nakin?

Em di dawiyê de radigihînin ku pêwîste ew sextekar sînorê xwe nas bikin. Ji şerfiroştina Partiya Demokrat a Kurdistanê re êdî bes e, sebra me jî sînor jêre heye.

Niha xelk û cemawerên Kurdistanê bi awayekî gelek baş ji we û hebûn û armancên we fêm kiriye. Hûn tenê ji bo têkdanê hatine û karê we yê sereke jî ew e, ku rê li serkeftinên gelê Kurd bigrin. Lê xeyala we qels û lawaze. Gelê Kurdistanê gelekî ji wilo bihêztire ku bikeve pişt xizmeta neyaran.

Encûmena Serkirdayetiya Parêzgeha Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

About The Author