Îcar govend xweş bû

Belê, piştî 7-8 mehan partîyên başûrekanim ji bo avakirina hikûmeta nû li hev kirin û herkesî li gor xwe cîhê xwe di parlamentoyê de girt. Lê heta li hev kirin û hevdu nermijandin, qûş li Kurdan qetandin, Kurd kezebreşî kirin.

qubad necirWerhasil, dibêjin parlamentoya başûrê Kurdistanê civiyaye û civîna xwe de Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîr û Qubad Talabanî jî wek cîhgirê serokwezîr hilbijartiye.
Kilililîlîlîllîîîll, wey li ser xêrê be rebbî!

Aha îcar govend geriya û xweş bû.

Nêçîrê me bi dengê 99 parlamenteran û Qubadê me jî bi dengê 78 dengên parlamenteran hatine hilbijartin.

Îcar wê çi bibe?

Îcar pêvajoya xwarina goştê elokan dest pê dike.

Heke Qubadê me li bavê xwe û li mamê me Celal Talabanî hatibe, xwedê ji elokên Kurdistanê stend û hûn sax…

Hewlêr

About The Author