Xalê me Cemîl jî aştîyê dixwaze

Yek ji serokên eşîreta Jîrkîyan (Mala Hisên) xalê me Cemîl Oter, ji çapemenîyê re anî zimên ku ew jî aştîyê dixwazin û naxwazin êdî Kurd şerê Kurdan bikin.

jirki-asiretiCemîl Oter, di hevpeyvînekê de got ku „Heke dewlet vê aştîyê dixwaze û pêk bîne, emê jî piştgirîyê bikin, em jî aştîyê dixwazin. Her çiqasî me û PKK şerê hev kiribe û me qûş li hev qetandibe jî, lê em amade ne vê brakujîyê ji bîr bikin û li hevdu helal bikin“ filan û fîstan.

Cemîl Oter, di derbarê partîyên dewletê yên wek CHP û MHP de jî got: „Ew çiqasî Tirk bin, ez jî ewqasî Tirk im. Lê heke ew jî mêr bin û zilam bin, wê bêjin Kurd çiqasî Kurd bin, em jî ewqasî Kurd in“ û da bin dûvê CHP û MHP.

Werhasilî kelam, xalê me Cemîl Oter û eşîra xwe amade ne dijminatîya berê ji bîr bikin û êdî Kurd şerê Kurdan nekin. Heta niha zêdeyî 70 mêrî ji eşîra wan hatine kujtin. Ê helbet ev lotik kêfa dewleta virqo jî tîne, çawa be Kurd Kurdan dikuje û li hesabê wan jî tê. Lê dil dixwaze ku Kurd êdî dev ji lotik û zîtirkên xwe berdin û serê hevdu neşkînin.

Ê de xwedê bikim xalê Cemîl.

Xwedê bikim go êdî Kurd şerê hevdu nekin û kêfa dijminan li me neynin..

Colemêrg

About The Author