Bijî Bişar El-Esed nemîne Barzanî! Weha ye?

rojhat amediGelê Kurd, di dîroka xwe de tucaran firsendeke wek fersenda îro bidest nexistiye. Tucaran wek îro di rewşeke wisa aşîtiyane de ne jiyaye. Tucaran ne bûye xwediyê giraniyek wek îro, ne di rojhilata Navîn de ne jî di cîhanê de. Bêguman ev yek jî ji dewla serê pêşketinên siyasi û aborî li Başûrê Kurdistanê ne.

Heta berî demeke kûrt jî me ne dikarî prosedûra dewletbûnê di xewn û xeyalên xwe de bibînin. Ne dihat aqlê me ku rojek wê were û emê bikaribin enerjiya Kurdistanê pêşkêşî bazara cîhanê bikin. Ev xwen û xeyalên me bi saya helwestên Serok Barzanî ber bi pêkhatinêve diçin.
Bêguman ev pêkhatinên erênî wê bihêztir pêşve biçin, ger prosedûra demokrasiyê pêşve biçe û rejîmên dîktator û totalîter ji desthilatdariyê bêne dûrxistin.

Ji ber vê yekê, ew aliyên ku tehemûla demokrasiyê nakin, ji dewletbûna yasayî dûr in, mafên mirovan binpê dikin, desthilatdariya totalîter li ser gel ferz dikin û hebûna xwe tenê bi darvekirinê diparêzin dîsa dikevin dûv şanogeriyeke siyasî.

Perdeya vê Şanogeriyê ya ez dixwazim li ser rawestim perdeya Rojavayê Kurdistanê ye. PYD, ji bo berjewendiyên rêxistina xwe, îro bûye hevalbendê rejîmên kevneperest û gemar û bi vê yekê jî fersendên zêrîn ku ketine destê miletê me li ser guhên xwe re davêje. Naxwaze bibîne ku mirov nikare sûdê ji van fersendan bigire ger mirov hevgirtin û yekîtiya gelê xwe nede pêş. Herweha, desthilatdariya xwe jî bi amûrên dîktator li ser gelê me ferz dike. Tevaya rêxistinên siyasî paqij dike û bi darê zorê konê tirsê di dilê gel de ava dike.
„Kuvayî Qendîl“ ên wek Asayiş xwe binav dikin, mirovan direvînin, nefî dikin, îşkence dikin û dikujin…

Ji aliyekî ve bîroyên partiyên kurdan digrin, tabeleyên wan tînin xwar, xwepêşandanên wan qedexe dikin û mafê jiyanê nadin kesên ku wek wan nafikirin. Lê ji aliyê din ve notirvaniya hemû çalakiyên rêjîma Baas dikin…

Çi şerm e ku kujer û dîktatorekî wekî Beşar el-Esed mezin û bilind dikin, lê beramberî wê mirovê weke şansê gelê kurt tê naskirin, Mesûd Barzanî, jî weke „Qatîl“, „Xwînrij“ bilêv dikin. Li milekî dibin alet ji bo propogandaya hilbijartinên Beşar el-Esed, lê li milê din kolandina xendeqê dikin hicet û pê êrîşên tund û bê serûber dibin li ser PDK.

Dibe ku gelek kes di derbarê kolandina Xendeqan de ne agahdar bin, lê baş tê zanîn ku di 4 salên borî de li derdora Musil, Kerkuk, Maxmur û Tuzxurmatu xendeqên, ji bo rê li pêşiya kiriyarên têrorîstî werin girtin, hatîn kolandin10 caran zêdetirî xendeqa li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ne.

Berî çîroka xendeqê jî, girtina sînorê, ku qet nehatibû girtin, weke amûrekî prpogandayê bikar dianîn û bi vî awayî jî gel li hember PDK mobîlîze dikirin.

Weke ku ev ne bes be vêca bi her awayî hewil didin ku tovên nîfaqê nav hêzên Başûrê Kurdistanê de biçînin. Bi riya dezgehên çapemeniyê weke, ANF, Lêkolîn û Ronahi TV, ku bûne navendên fesadiyê, agahiyên bê bingeh belav dikin.
Roja pêncşemê bi komek ji alîgirên xwe xwepêşandanek li pêşiya parlamanê Kurdistanê pêkanîn û dawa wendayîyên PKK dikirin, ên qaşo di sala 1996’de winda bûne.

Baş e. Gava hûn bikevin dûv van cureyên ji hewildanan, gelo hûn nizanin wê hinek derkevin û ji we pirs bikin, ew çekdarên we ji bo çi hatibûn Hewlêrê? Gelo îhaleya kî bi cî dianîn wê demê ? Gelo wê nebêjin we îhaleya kuştina Franso Harîrî ji kî girt. Lîsteya kûştina Mesût Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mam Celal û Nawşîrwan Mustafa we ji kî girt ?

Bi vê yekê ve girêdayî, gelo hewldana ku hûn Serok Barzanî li Sipilik(Sinura ku Hewlêr, Akrê, Diyana ji hev cuda dike) bikujin çawa derbas bû ? Hûn dixwazin em vê yekê eşkere bikin ?

Gelo we kesên wek Mehmet Şener, Kanî Yilmaz, Kemalê Sor, ku bi dehan sal xizmeta PKK kiribûn û hemû rengên îşkencê yên dewleta ergenekonê nekarîbû serê wan bitewînin û wan biqedînin, li ser daxwaza kî û ji bo çi kuştin ?
Lîste gelek dirêj e… Qet nekevin şopa salên 80 û 90′an de, hûnê nekaribin ji bin derkevin.

Bêguman lêrastanîna êrişên vê dawiyê li hember Serok Barzanî gelek watedar e. Di dema ku  Kurd, ligel hemû kêşe û zehmetiyan, jibona serxwebunê konsept û projeyan amade dikin. Di dema ku hemû astengiyan hembêz dikin û yekîtiya xwe diparêzin manewrayên ku „Quvayî Qendîl“ dike sala 1992 tîne bîra mirov. Van Hîlebazan di wê salê de parlemana Kurdistanê ya nû hatibû avakirin red kirin û li hember wê li kolanên Ewropa alternatîvê wê „KUM“ damezirandin.
Belê, dîrok xwe dubare dike…

Gelo ev belengazên ku îro bûne mamûrên wan hêzên ku tehemûla pêşketinên Kurdan nakin dizanin bi van kiriyarên xwe destkeftinên gelê Kurd serûbinû dikin ?Îro hêzên tarî dixwazin bi destê Kurdan şerê xwe bikşînin nav başurê Kurdistanê, herêma ku di Rojhilata Navîn de bûye nawenda aramiyê (îstikrar). Baş e, hûn ewqas belengaz in ku nikarin van metirsiyan bibînin?

Di salên 90’an de xwîna bi hezaran Pêşmerge û Gêrîlayan hate rijandin, ma ev ezmûna xemgîn ne bes e ji bo sûdegirtinê ?
Nîfaqa di nav Kurdan de wê ta kengê berdewam be ?

Gelo li hember van guhertin û van bûyeran Kurdên din çi dikin ?

Her roj ji bona damezrandina partiyeke „nû“ civînan pêk tînin.
Gelo ji wan çi xeber ?

„HUR DAVA PARTİSİ“ – HÜDA PAR, ku qet wek beşek ji tradisyona Kurdistanê nayê hesabê, lê dîsa jî di hilbijartinan de ji we hemuyan 10 caran zêdetir deng berhev kirin. Erê, niha hûn dizanin hûn çi dikin ?

Ev karê pîroz bi vî rengî û bi vê nêzîkbûnê naçe serî. Nabe mirov tenê salê carekê bîranîna Barzaniyê nemir bi çalakiyekê bibîrbîne.
Zengilên xeterê êdî bilind lê didin. Rewş gelek xeter e. Ji erkê her welatparêzî û her kurdekî dilsoz e, ku ji vê xeterê hayadar bin, divê li hember bêpêjin nemînin û bê dereng bikeve bêjin Bes e!

Belê, hîn ne dereng e. Divê tevaya rêxistin, partî, siyasetmedar û ronakbîrên Kurd, bi taybetî hin kesayetiyên di nav YNK de, wê helwestê nişan bidin ewa ku bikaribe bibe sedema guhartinên radikal di siyaseta PYD de.
Em jibîr nekin, wê ne tenê PDK ziyanan bibîne, gelê kurd wê wenda bike.

Skykurd
19.05.2014

About The Author