Tenê ew xwedî exlaq in!

Birastî meriv nizane çi bêje û çi nebêje. Fikar û dîtinên hinek Kurdên me ne di nav sosyalîstên cîhanê de heye, ne di nav feodalan de û ne jî di nav bêaqil û ehmeqan de. Û tew ev fikar û lotik di nav kom û eşîrên Lûlû û Zûlû yên Afrîkayê de qet tuneye. Ev çi lotik in, çi zîtirk in, çi şorbe û pelûl e kes nizane.

Ê de binerin bê Nûnera Yekîtîya Jinên Star ya Rojavayê Kurdistanê xaltîka we Nûjîn Yûsiv ji Ronahî TV re çi tofan û qiyamet rakiriye.

Nûjîn Yûsiv xanim efendîlerî ku salên dûr û dirêj li çiyan gerîlatî kiriye û ji ber kiryarên xwe yên kirêt ji başûr hatiye qewitandin,  got: “ Di sîstema eşîrtî de exlaq tuneye, lê li cem me, li rojavayê Kurdistanê, di navbera tevgera wan de exlaq heye û em xwedîyê exlaqesî siyasî ne“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

NUJEN-UMERNûjîn Yûnis serê hefsarê kerê xwe berda û got:“ Li Başûrê Kurdistanê baweriya xelkê bi siyasetê û bi partîyan nayê“ filan û xeftan.
Nûjîn Yûsiv lotikên xwe domandin, lotikek li xalê me Salih Mislim jî xist û got: “ Ji me re Salih Muslum  ne tiştek e, em qîmetê nadin şexsiyeta wî, lê em qîmetê didin fikrên wî, xebat û keda wî“ filan û şorba nîskê.

Wey maşelle ji te û dîtina te re!

Wey maşelle ji te û partîya te û exlaqê te re xaltîka Nûjîn!

Naxwe di nav eşîran de exlaq tuneye û hemû bênamûs û zinêkar in ne wilo? Û tenê  di nav tevgera we de exlaq heye, hem jî exlaqê siyasî!

Keçê hey te serê Kurdan xwarê, ji %90 ê Kurdistanê eşîr in. Piranîya serhildanên Kurdan bi destê eşîran çêbûne. Yên ku heta îro Kurd û Kurdistan paraztine, yên ku heta îro exlaq, rabûn û rûniştina Kurdewarî paraztine eşîr in, axa û beglerên Kurdistanê ne. Yên ku xizmeta ziman û çanda Kurdan kirine û ew pêşde birine dîsa eşîr in, endamên eşîra ne. Naxwe ew tev bêexlaq in û tenê tu û tevgera xwe xwedîyê exlaq in ha? Wey tifûûûûûû li vê siyasetê be, li vî exlaqê siyasî be û li vê Kurdayetîya sexte be!

Te go xalê me Salih Mislim ji bo we ne tiştek e, hûn qîmetê nadin şexsîyeta wî?

Ma heta îro we qîmet daye çi go hûn bidin şexsîyeta Salih Mislim peppûkê?

Îcar ya xalê Salih Mislim, xwedêhişto!

Madem ev peppûk û rebenên bêexlaq qîmetê nadin şexsîyet û kesayetîya te û te bêşexsîyet dikin, tu di nav wan de çi dikî? Çawa sebra te tê? Kesên go qîmetê nedin şexsîyet û kesayetîya te, wê çilo qîmetê bidin fikrên te, xebat û keda te?

Axir, Nûjîn Yûsiv xanimlerî dîsa lotikek beredayî avêtiye û gotiye: “ Li Başûrê Kurdistanê baweriya xelkê bi siyasetê û bi partîyan nayê.“

Wax wax wax, dîsa aferîn ji van derewan re!

Madem li Başûrê Kurdistanê bawerîya xelkê bi siyasetê û bi partîyan nayê, naxwe hûn wek Jinên Star, PKK, PÇDK û filan û fîstan li wir çi dikin? Yan hûn li wir siyasetê nakin lê dek û dolabên din digerînin? Yan hûn di nav wî xelkê siyasetnexwaz û partînexwaz de qaçaxçîtîyê û bazirganîya exlaqê xwe dikin?

Na na xaltîka Nûjîn, hûn baş zanin bê exlaq çiye û û kî xwedî exlaq e. Lê ji ber we nesîbê xwe ji exlaqê Kurdewarî negirtiye, hûn herkesî wek xwe bêexlaq dibînin û tu sax…

Qamişlo

 

About The Author