Gunikreşê me bû Doktor

Belê, Sosyolog û gunikreşê kinik û kurtik xalê me Îsmaîl Beşîkçî li Zanîngeha Selahedîn Doktoraya Fexrî stend. Bi vî awayî hem bû sosyolog û hem jî bû doktor.

Îsmaîl Beşîkçî yê ku 52 sal ji jiyhana xwe di ber paraztina doza Kurd û Kurdistanê de derbas kiriye, hem xwedîyê xelata Mistefa Barzanî ye û hem jî bû xwedîyê Doktoraya Fexrî.

ismail2Esasen çi ji Îsmaîl Beşîkçî re bê kirin kêm e û ne zêde ye. Piranîya hinek Kurdên ku îro li ser navê Kurd û Kurdistanê doza Kurdan difroşin, bi qasî nenûnek Îsmaîl Beşîkçî nayên. Heke wan Kurdên me ji Îsmaîl Beşîkçî û xebata wî şerm û fedî kiribûna, gerek yan xwe xeniqandibûna û yan jî dabûna ser şop û rêya wî. Lê mixabin ew Kurdên ku bi navê Kurd û Kurdistanê berjewendîyên netewî pêşkêşî dewletên dagîrker dikin û bi navê demokrasî û bratîya gelan her tiştên pîroz difroşin, îro Îsmaîl Beşîkçî di refê xayînan de dibînin û bi bêedebî dijminatîya vî kesê Kurdparêz dikin.

Axir, dibêjin „Kurmê darê ji darê ye“.

Ji bo Tirkan Îsmaîl Beşîkçî  „kurmê darê“ ye.

Çima?

Çima ku Beşîkçî wek Tirkekî mafê Kurd  û Kurdistanê diparêze.

Û ji bo hinek Kurdan dîsa Îsmaîl Beçîkçî „kurmê darê“ ye.

Çima?

Çima ku Îsmaîl Beşîkçî Kurdayetîyê dike û serxwebûna Kurdistanê diparêze.

Îcar de ka hûn bêjin qurban:

Kî kurmê darê ye?

Bijî kurmê darê Îsmaîl Beşîkçî!

besikcio

Dihok

About The Author