Serxwebûn yan çûna bal Tirkiyê?

rebiwar kerimJi salên notî yên sedsala borî de û hevdem ligel hilweşîna Yekîtiya Sovyêtê ya berê, heta îro nêzîka 37 welatên din di encama guherîna sîstema siyasî û aborî ya cihanê serxwebûna xwe wergirtin û bûne endamên Neteweyên Yekbûyî (NY). Pirraniya van welatan berhema cudabûna bi xweşî yan bi ne xweşî ne. Li hinek cihên wek Komara Çekê û Slovenyayê hingî bi xweşî cudabûn pêk hat, ku beşekî zêde yê gelên dinyayê pê jî nehesiyan. Lê li Yugoslavyaya berê baca serxwebûn û cudabûnê gellekî giran bû. Neteweyên wê piştî deh salan ji xwînrijandin û komkujiyan, serxwebûna xwe ragihandin. Di nav wan welatan de welatên ewqasî seyr hene ku dîtina wan li ser nexşeya cihanê zehmet e, lê welat in û endamên NY ne jî.

Di çend salên borî de awaza dewleta serbixwe ya kurdî li bilindtirîn asta vî welatî tê bihîstin, lê ev meydanxwendina li hember Bexda, Amerîka û civaka navneteweyî li ser asta cemawerî bi germî nehate pêşwazîkirin. Mînaka herî sade jî ew e ku gava partiyekê yan çend partiyan ew slogan bilind kiribin û ji xelkê re gotibin ku ew jê re kar dikin, diviyabû di hilbijartinên giştî de zêdetirîn dengên xelkê wî welatî bi dest xistibana, lê ne wiha bû!

Aliyê din yê wê meselê ew e ku siyasetvanên me bi şaşîtî li meseleya qonaxên piştî federaliyê (federaliyeke ne peyitî) dinêrin! Û xwendineke wan li ser alî, fakt û karvedanan nîne. Gellek kes bawer dikin ku qonaxa piştî federaliyê konfederalî ye.

Yasazan û pisporên vî warî baş dizanin ku qonaxa piştî federaliyê ne konfederalî ye, lê dewleta serbixwe ye û dûre welat biryar didin ku tevlî konfederaliyê bibin û dest ji hinek mafên xwe yên biçûk berdin li hember hêz û şiyaneke firehtir, yan na. Mînaka vê yekê Yekîtiya Ewropayê (YE) ye ku konfederasyon e. Hêj yekalî nebûye ka em çi dixwazin.

Aliyê herî girîng û ya ku îro Iraqa erebî îsrarê li ser dike ew e ku ti belgeyeke me ya nivîskî ya navneteweyî nîne eger me rojekê xwest em pê ji Iraqê cuda bibin. Di vê yekê de ew mafdar in, ti madeyeke destûrî di destûra Iraqê de nîne ku rê bide mafê referandûmê li Kurdistanê.

Lewra bi hesabkirina wan hersê aliyan, Kurdistan li pêşber qonaxeke dijwar a dîrokî ye, nemaze ku tifaqeke navxweyî nîne. Yê ku dixwaze dewleta kurdî ragihîne, hêj nekariye wek serok û damezrênerê wê dewletê bi hemû aliyan re tevbigere.

Mijara dewleta kurdî pirr hestyar e ku nabe wek otonomiya Barzanî û otonomiya Talebanî pê bê kirin û swedagerî pê bê kirin (dibêjin ku qaşo carekê Talebanî ji Saddam re gotibû, tiştekî zêdetir ji tiştê ku we da Mela Mistefa bidin min, da ku ez bibim hejmar yek.)

Bi dahata ji sedî 17ê butçeyê û çend sed hezar bermîlên petrolê û piştevaniya çend dewletan nabe rîsk bi jiyana milyonên kesan bê kirin û îsrara di van pirsan de Kurdistanê ber bi serxwebûnê nabe, lê ber bi parçebûneke din dibe. Her kesê ku ABCya siyasetê zanibe, dibîne ku îro YNKê Kerkûk wek giraveke serbixwe veqetandiye, Silêmanî jî herwiha. PDKê jî hemû hêkên xwe xistine sêlika Tirkiyê û wiha bawer dike ku pêşwazî û piştevaniya çend welatên erebî û ewropî têra ragihandina dewleta Kurdistanê dike.

Lê firotina petrolê bi rêya Tirkiyê nikare wê serxwebûnê dabîn bike ku lê tê fikirîn û ev siyaset tenê me ber bi yek cihî dibe ku beşekî Başûrê Kurdistanê di siberojê de ligel hinek navçeyên din ên Erebên sunnî bibin beşek ji Tirkiyê. Ji ber ku zihniyeta Tirkan heta wî cihî piştevaniya doza Kurd li Başûrê Kurdistanê dike ku di berjewendiya pêgirêdana wê bi Tirkiya Mezin a sala 2023yê de be.

Rûdaw

 

About The Author