Nikarin bi kerê, dibezin kurtên

Belê, hinek Kurdên me dikin qarewar û dibêjin “Me rojava azad kiriye, me kanton û karton çêkirine, bela PDK û Barzanî destê xwe nexin nav kar û barên me,...

Belê, hinek Kurdên me dikin qarewar û dibêjin “Me rojava azad kiriye, me kanton û karton çêkirine, bela PDK û Barzanî destê xwe nexin nav kar û barên me, YPG besî xwe ye” û didin lotikan. Lê gava cîh li wan teng dibe jî, îcar alîkarîyê ji Barzanî û partîyên Kurdistanî dixwazin.

Axir, mesela me li ser azadkirina Rojavayê Kurdistanê bû.

fehidAha ji we re belgeya  azadbûna rojava.

Wezîrê Berevanîya Sûriyê Fehid Casim El-Firêc  (29.05.2014) bi rêya balafirgehê hat bajarê Qamişlo. Qamişlo ku wek paytextê Rojavayê Kurdistanê ye, hîna jî di bin potînên rejîma Sûrîyê de ye û PYD heta niha jê re negotiye “vit”.

Wezîrê Berevanîya Sûriyê Fehid Casim El-Firêc, ji bajarê Qamişloyê peyamek ji PYD û YPD re şand û got: ” “Xelkê parêzgeha Hesekê bi ruhê yekîtîya niştimanî û biratiya xwe rê li ber wan planan girtine ku dixwazin di navbera xelkê parêzgehê de fitnê derxînin holê. Parêzgeha Heseke Erebî ye û em dest ji bostek axa wê bernadin” û lotikek li PYD û Kantona Cizîrê xist.

Yaaaaaaaa, ê de dengê xwe derxin ha hevalno!

Ma hema hûn gurê PDK û Barzanî ne?

Yan lotikên rejîma Sûrîyê ji lotikên PDK û Barzanî xweştir û şîrîntir in?

Belê belê…

Rojavayê Kurdistanê azad bûye û bûye bihuşta rengîn.

Û di vê devera azadkirî de çeteyên wek ÎŞÎD û DAÎŞê tên qetlîaman dikin, destên xwe dihejînin û di devê 101 bavê Kurdan de dirîn.

Ev çawa azadî ye ku ÎŞÎD, DAÎŞ û KERMÊŞ tên li rojavayê Kurdistanê Kurdan dikujin û Kurdan direvînin exûyî?

Efrîn

Categories
Kadîn
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...