KU EZ VEGERIM

Bibim kole herim balê, ma heya li min bibhurê

Bi kaboka herim balê, ma heya li min bibhurê

vegerWekî gura ez bizûrim, ma heya li min bibhurê

Wek berxa li dûv bibarim, ma heya li min bibhurê

 

Pora sipî bibînê ew, ma heya li min bibhurê

Pêşî xort bûm neha kal im, ma heya li min bibhurê

Dora çava cihok bibin, ma heya li min bibhurê

Binê hinarka xet bibin, ma heya li min bibhurê

 

Ezê bêjim serî li ber te, pê guhdarim bi hemî kerta

Tu ç ibikî di destê teda, ger ku dojeh bê bi serda

Ne xeme ku zulmê bike, piştî hewqasî wê çi bike

Yan xencer lêde li çiçikê, yan jî Cenkzêr efû bike

 

25.12.84.

 

About The Author