Melayê me hem li nêl xist, hem li bizmêr

Belê, Endamê Polîtburoya YNK mamê me Mela Bextiyar beşdarî komcivîna KNK a li Brukselê bû û çend lotikên Soranî avêtin.

Melayê me di axavtina xwe de got: „Canekem,  em soz didin ku emê hevkarê biserxistina çareserîyên kêşeyên Rojavayê Kurdistanê bin û di vê derbarê de em xwe nadin alî. Her çendîn rexneyên me yên cuda hebin jî, em piştevanîya PKK dikin ji bo bicîhanîna mafê çarenivîsê û rizgarîya Kurdistanê. Em li gel biserxistina proseya diyalogê ne li gel Tirkiyê. Divê ew diyalog bigihê armancê, destûra Tirkîyê bê guhertin, mafê Kurd têde bê çespandin, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û azadîya siyasî li Tirkîyê bi cî bê“ filan û fîstan.

bextiyarWe ji gotinên mamê me Mela Bextiyar tiştek fêhm kir gelo?

PKK Kurdistanê naxwaze, ew behsa rizgarîya Kurdistanê dike.

PKK mafê çarenivîsê naxwaze û netew-dewletbûnê red dike, ew behsa mafê çarenivîsê dike.

Û filan û bêvan…

Melayê me piştre lotikek din avêt û tew behsa federasyonê jî kir.

Çi got mamê me Mela Bextiyar?

Got: „Canekem, ji hemûyan girîngtir jî azadkirina cenabê Ocalan e. Bê azadkirina rêzdar Ocalan û bêyî ku Îmralî bibe sembola federalîyê, tu wateya guftûgoyan (nîqaşan) namîne“ filan û xeftan.

Halla hallaaaaa û ya siphan allah!

Federasyon!?

Hem jî divê Îmralî bibe sembola federasyonê!?

Kuro hey te serê me xwaro, em dibê PKK û başqan Ocalan netew-dewletbûn li Kurdan herimandine, tu hîna behsa federasyonê dikî.

Em dibê PKK û başqan Ocalan naxwazin sînorên Kurdistanê bên guhertin, naxwazin Kurdistan federatîf yan serbixwe bibe, tu behsa federasyon, mafê çarenûsî û serxwebûnê dikî.

Em dibê daxwaza PKK û başqan Ocalan ji federasyonê û ji serxwebûna Kurdistanê mezintir e, em dibê ew serê xwe bi tiştik û miştikên wek federasyon û serxwebûnê naêşînin û doza yekparîya Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyê dikin, tu çîrokên federasyon û serxwebûnê ji wan re dibêjî.

Ev çi lotik in mamê Mela?

Na na, esasen mamê me Mela Bextiyar çend lotikên pir germ û nerm avêtin. Mamê me zane bê li ku dixe û li kê dixe.

Axir, mamê me Mela Bextiyar bi lotikekê du çûk kujtin wesselam.

1- Beşdarî komcivîna KNK bû û dilê PKK, Ocalan û PYD xweş kir.

2- Lotikek germik li Ocalan, PKK û PYD xist, mafê çarenûsî, federasyon û rizgarîya Kurdistanê anî bîra wan û got: „Heta Îmralî nebe sembola federasyonê, tu wateya nîqaşan tuneye“. Yanî, „heta Ocalan behsa federasyonê neke û bi kêmanî federasyonê nexwaze, tiştên din çîrok û çîvanok in, virt û vala ne kaka“ û tilîyek avêt bin dûvê siyaseta PKK.

Aferîn mam Bextiyar aferîn!

Meriv zane ku te li ber destê mam Celal goştê elokan xwariye ellahwekîl…

Silêmanî

 

About The Author