Aqûbet li PDK be rebbî!

Bi helkefta salvegera 39’emîn salvegera damezrandina YNK’ê, Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya Fisbookê peyamek qerase belav kir.

Canekem Talebanî di peyama xwe de bal kişandiye ser hilbijartinan û zêdebûna dengên YNK’ê û lotikek avêtiye.

Qubad  TalabaniCanekem Talabanî di lotika xwe de gotiye: „Canekem, xebatê ji bo kongreyek serkeftî bikin daku YNK bi ruhîyeta caran kar bike. Lê bi fikr û kadroyên nû û di xizmetkirina xelkê Kurdistanê de ku  ber bi pêşerojek geştir berdewam be“ filan û xeftan.

Belê, Qubadê me dixwaze ku kesên ji YNK veqetiyane dîsa li YNK vegerin û YNK bi fikr û kadroyên nû xurttir dest bi lotikan bike.

Birastî lo, çima porreş û simbêlreşên PDK lotikek wek lotika Qubad Talabanî navêjin gelo?

Law welle û bille, wan kadroyên kevnare û zingargirtî malik li PDK şewitandine wî, ma fikr û kadroyên nû ji we re jî ne lazim in kaka?

Kuro bi namûsa mêrê berê,  por û simbêlên wan yên boyaxkirî hinne û boyax jî li ber çavên me reş kirine wey.

Ji tirsa ku emê bişibin wan, em hew wêrin por û simbêlê xwe jî boyax bikin babam, êdî bes e yaw!

Hinek kadroyên „bê boyax“ jî bînin nav PDK qurban, ma PDK bûye partîya boyaxçîyan kaka!

Hewlêr

About The Author