Tê derxin û qezenc bikin

Belê, wek hûn zanin, li Amedê hinek malbat dibêjin ku PKK zarokên wan revandine û bêyî destûra wan ew birine çîyê, yan jî birine rojavaê Kurdistanê û dikin gerîllayên YPG.

Di vê derbarê de serokê BDP xalê we Selahattîn Demîrtaş bi malbatan re rûnişt, hêvîyek mezin da wan û got: „Bi sê telaqaên jinberdanê, ezê daxwazên we ji generalên Qendîlê re bêjim“ filan û fîstan.

Piştî van gotinên xalê we Demîrtaş, malbatên reben ketin nav kelecanek mezin û hêvîyek mezin ji Selo kirin. Lê xuyaye hesabê malê û sûkê li hev dernakeve. Seloyê me doh tiştek got û îro jî %180 derece paşde zîvirî û lotikek din li bin guhê malbatan xist.

malbat KopieAxir, çend roj tê re derbas nebûn, Selo efendî lotikek paşpaşkî (paşûpê) avêt malbatên reben û got: „Ew malbat tên lîztika dewletê û ji MÎT ê pareyan distînin“ û malbatên reben kirin MÎT çî û quzê kerê.

Lê Seloyê me negot bê ka ew malbat „çiqas pare“ ji MÎT ê distînin.

Ê qardaşim, madem tu zanî ew malbat ji MÎT ê pareyan distînin, çawa tu nizanî çiqas pare distînin babam?

Haaaaa, birastî lo, Seloyê me mehane 15-20 hezar lîre  (meaş) ji meclîsa Tirko distîne. Gelo çi ferqa pareyên MÎT ê û pareyên meclîsa Tirko ji hev heye cîger?

Ma MÎT jî û hûn jî meaşê xwe ne ji heman kanîyê distînin?

Îcar tê derxin û çewalek ardê ceh qezenc bikin qurban.

Hûn zanin, ceh û ardê ceh ji genim û ardê genim zêdetir xwedîyê vîtamînê ye, ji bo tendirustîyê pir bi fêde ye. Kîloyan çênake û meriv pê qelew jî nabe.

Ê de qewet be ji we re…

Amed

About The Author