WÊ BIDIN BER KEVIRAN…

Ji rojan rojek ji sedema neheqî, zor û zilma serkaran dîn û dîwaneyên Timarxaneya Xarpêtê asê dibin.

Gelek tiştên nedîtî û ecêb ji nexweşxaneyê daxwaz dikin.

Em serxwebun, azadî u yekîtîya xwe dixwazin û ji bo wan binhpakîyan emê hildin çek û rextan û derkevin serê çîyan..“ fîlan û bêvan..

Serbijîşkê nexwaşxaneyê di wê encamê de bi hemû bijişkan re dicive û dixwaze biryarekê bigire..

Biryar e ve:

Lawo malxirabino, ew dînên han têgihiştin ma hûn hê negihiştine? Eslê wan Kurd e û ew daxwaza azadîya xwe dikin. Yek rê heye ku em wan rawestînin, ew jî rêka olî ye.”

 Piştî wê civînê serbijîşk derdikeve pêş dînan û dîbêje:

Ger hûn bi aqil rawestin, hûnê hemû bibin hecî..‘

Û çend dua ji wan re dixwîne û li havîrdorê nexweşxaneyê dimeşe, tê û tere.

Hemû dîn jî duayên bijîşk dubare dikin û dimeşin û dimeşin. Roj û şev û her roj ji sibê heta hêvarê havîrdorê nexweşxaneyê tewaf dikin..

Gelek roj dibuhurin.Bijîşk û xebatkarên nexweşxanê gelek bextewar û rehet in.

Lê ji nîşka ve ew bextewarî û rehetî ji holê radibe. Dema ku serbijîşk di odê de bi jinekê şa dibe, di wê encamê de kevir dibarin. Hemû camên pencereyan têne xwar û tirs û xofek li nexweşxaneyê dorpêç dibe. Serbijîşk derdikeve şaneşînê, dike qêrîn û hawar…

Hecîyên ezîz! Misilmanên dilovan! Rawestin. Ma we xêr e, hun ji bo çi wan deran serûbino dikin?

Yek ji wan kevirek di dest de dilerize, derdikeve pêş û dibêje:

Şêxê delal, wa mirêdên te tewaf xilas kirin, berî niha jî şeytan dan ber keviran….

Îcar ew cîhê ku mirov bi qedr û qîmet negirin, ew mirovên ku welatê xwe, miletê xwe, rêhevalên xwe hez nekin û hezkirin jî tunebe, li wan deran mirovên bi aqil ji kêm dibin..

Gelê Kurd di rojên teng u bêçare de, bi xwîn û bi can û bi her awayî piştgirîya gernasan kir.Yên ku ji bo azadî-serxwebûn û yekîtîya welat asê bûbûn, dest da wan. Li wan xwedî derket…

Lê wan çi kir, wan li gel dijminên gelê Kurd gelek têkilî û danûstandinên ne baş danîn û tu agahîyên rast ji nedan gelê kurd. Ji hemû daxwaz û armancên xwe dûr ketin. Li ser xwîna zarokên Kurd bûn hêz û xurt bûn, lê bûn şirîkên dujminên Kurd.

Niha jî li gelek deveran tevkuştin çêdibin. Bêdeng in û zordestîyê jî dikin.

Niha gelek malbatên Kurd rabûne ser pîyan û wan didin ber keviran. Ji bo ku ew ji serxwebûn-azadî û yekîtîyê dûr ketin, ketin bin sîya.

Niha jî gelek malbat zarokên xwe ji wan dixwazin.

Êêêê, jîyana ku li ser derewan bête afirandin, ew dikeve ber topa rastîyê.

Niha rastî ev e..

Dema tewafkirinê xilas bû.

Kurd êdî bêdeng namînin, wê xêrnexwazan bidin ber keviran…

About The Author