Xilxalî ket bazarê, kilîlîlîlîlîlî!

Belê, zeyta zeytûnên Dêrika Çiyayê Mazî ket bazarê û dest bi lotikan kir.

Dibêjin zeytûnên Dêrikê meşhûr in. Ji xwe Dêrikî tenê bi zeytûnên xwe payebilind bûn. Heke zeytûn jî tunebûna, wê rebenê Dêrikîyên me pesnê xwe bi çi bidana kes nizane. Lê şikir ji xwedê re go Dêrika Çiyayê Mazî ji zeytûnan ne mehrûm e.

xilxali Kopie

Axir, piştî zeytûnan, niha jî îcar zeyta zeytûnên Dêrikê ket bazar û mazatê. Îcar wê Dêrikîyên me ne tenê bi zeytûnên xwe, lê wê bi zeyta xwe jî pesnê xwe bidin. Ê de li ser xêrê be rebbî!

Dibêjin kekê me Hesen Tehsîn Gucum, dest bi çêkirina zeyta zeytûnan kiriye û bi navê Kurdî ew daxistiye bazarê. Xilxalî!

Kekê me Hesen Tehsîn Gucum patenta Kurdî stendiye û belkî cara yekem e ku Kurdek bi fermî û bi navê Kurdî berhemekê pêşkêşî bazara kirîn û firotinê dike. Helbet ev jî xêr e û xizmet e.

Henek li alîyekî, lê bawerim wê zeyta Dêrikê jî wek zeytûnên wê xweş û lezîz be.

Gerçî ez ji zeyta zeytûnan hez nakim jî, lê hema dilê min ji Dêrikîyan re dixwaze allahwekîl…

Ê de li ser xêrê be, xwedê bereketa zeyta zeytûnan ji Mêrdînê qut neke rebbî…

Dêrika Çiyayê Mazî

 

About The Author