5 milyon dolar xelat!

Belê, wek hûn zanin, berî çend mehan balafireh Malezyayî tevî 239 rêwîyên xwe wenda bûbû û heta niha jî kesek bi sir û gîzema wendabûna wê nizane. Kes nizane ne cinan ew bir, ne pîrebokan û ne jî diz û keleşan. Meraqa wendabûna balafirê û rêwîyên wê ji xelkê re bû kul û derd. Û hetta hinek kes ji kul û derdê balafirê bi nexweşîya  jana zirav û pençeşêrê jî ketin.

Axir, malbatên rêwîyên balafirê li hev kom bûn û biryarek dan.

malaysia-airlines

Çiye ew biryar?

Ev e:

„Kesê ku sir û gîzema wendabûna balafirê û rêwîyên wê zanibe û bêje, emê 5 milyon dolar xelatê bidinê“.

Belê we xelet fêhm nekir ha.

5 milyon dolar!

Errrrreeeeekkkkkkk!

Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanên Lotikxanê.

Kesê ku ji we ew balafir tevî rêwîyên wê revandibe yan cîhê wê zanibe, bela zû bêje û 5 milyon dolarê xwe têxe bêrîka xwe.

Wek qasid û navbir em tiştekî zêde ji we naxwazin qurban.

Hema bi xêra dê û bavê xwe ji %10 prosent bidin feqîr û belengazên eşîra me bes û zêdeyî serê me ye.

Ê de haydê qewet be ji we û dolarên we re…

Malezya

About The Author