Çi general e loooooooo!

Belê, çeqel û keftarên çeteya ÎŞÎD ê êrîşî bajarê Mûsilê kirin û bajar dagîr kirin. Li gor fitne û fesadên Mûsilê dikin galegal, dibêjin eskerên Iraqê bêyî ku fîşekekê biteqînin revî revî reviyane û çeqel û keftarên ÎŞÎD ê jî wek tajîyan dane dû wan.

eli xendan Kopie

Di vê navberê de generalê Iraqê Ferîq Rukun Elî Xêdan -hem jî qaşo generalekî pir meşhûr û navdar e- ji tirsa qûna xwe cil û bergên xwe yên generaltîyê avêtine, cilên sifîl li xwe kirine û wek kîvroşkan ji ber tajîyên ÎŞÎD ê reviyaye.

Dîsa li gor fitne û fesad dibêjin, dibêjin gava general Ferîq Rukun Elî Xêdan reviyaye, bûye tirre tira qûna wî, bêhna tir û fisên wî bi ser bajarê Mûsilê ketiye û gellek kesên sifîl ji ber bêhna qûna wî jehrî ketine.

General Ferîq Rukun Elî Xêdan, gellek caran Kurd tehdît kiribûn ku nêzîkî Kerkûkê nebin û Kerkûk ji xwe re wek xeta sor didît. Lê kurê kerê li ber lotikên ÎŞÎD ê dest hilnanî û ji qidûm ket.

Axir, çeqel û keftarên ÎŞÎD ê nîhan qûna general Ferîq Rukun Elî Xêdan û tir jê berdan.

Û Kurdan jî Kerkûk xist bin destê xwe û wan jî nîhan qûna tehdîtên Ferîq Rukun Elî Xêdan û xetên wî yên sor.

Îcar were Kerkûkê û Kurdan tehdît bike ha, min di te kirooooooooo!

Kerkûk

 

 

About The Author