Kilîlîlîlîlî, bi xêra ÎŞÎD ê hewceyî bi maddeya 140 nema

Belê, lotikvanên rêxistina ÎŞÎD ê qûn li hikûmeta Nûrî Malikî qetandin û nîhan qûna wî, ew rezîl û riswa kirin.

Piştî ku ÎŞÎD ê bi hêsanî bajarê Mûsilê dagîr kir û tir ji eskerên Iraqê berda, ÎŞÎD ê berê xwe da navçe û bajarên din jî. Ê helbet Kurdekanên me jî ketin nav kefteleftê û şik û guman kirin ku wê ÎŞÎD êrîşî herêma Kurdistanê jî bike. Ji ber vê lotika ÎŞÎD ê, Kurdekanên me û pêşmergeyên qehreman rabûn ser tapana û dest bi lotikên Kurdewarî kirin.

isido KopieAxir, pêşmergeyên me bi xêra rêxistina ÎŞÎD ê temamê dever û navçeyên ku bi eslê xwe Kurd bûn lê li derveyê Kurdistanê hatibûn hiştin, paşde stendin û ew daxilî nav xaka Kurdistanê kirin. Di serî de bajarê Kerkûkê û deverên din. Bi vî awayî, hewceyî bi referandûmê û pêkanîna maddeya 140 nema û Kurd ji dolheramê Nûrî Malikî xelas bûn.

Wek hûn zanin, li gora maddeya 140, gerek li van bajar û navçeyan referandûm pêk bihata da ku ev bajar û navçe bibûna Kurdistanî. Lê qûnekê Nûrî Malikî nedixwest ev referandûm pêk bê da ku ew navçe û bajar nebin Kurdistanî. Lê xwedê ji lotikvanên ÎŞÎD ê razî be. Ne ji lotik û zîtirkên wan bûya, emê bi salan li benda Nûrî Quzêkerê û maddeya 140 bimana.

Werhasilî kelam, niha xaka başûrê Kurdistanê bi temametî azad bûye û di bin kontrola Kurdan de ye.

Îcar em spasîya lotikvanên ÎŞÎD ê nekin, emê spasîya kê bikin kaka?

Kuro aferîn ji lotikên we re û hew, bela Nûrî Malikî bi qurbana gunik û hêlikên we be rebbî!

Hema têkelî Kurdan û xaka wan nebin bavo, hûn dinihên quzê dêya kê ji xirrê min ve û hûn sax….

Hewlêr

About The Author