SANAL Û BERKENDAL

 Gundîno malîno, ka werin bicivin ez ji we re qala evdilecêbên van salên dawî yên sanal bikim. Ev dinya êdî bûye sanal û kesek di sanalê de nîn be êdî qîzê nadinê an nikare bikeve civatan. Ez jî weke jinekê rojek ji rojan ketim nav vê dinyaya bê serûber. Hahoo min çi dî û çi nedî her xwedê bizane.

Gelek belqitî dibêjin qey ez ji bo ku rojê deh kes ji min re mesajên beredayî bişînin dikevim face û twîterê. Erê ha hûn baş dizanin. Dema ez biçûk bûme gotine dema tu mezin bûyî tu dixwazî bibî çi? Min jî gotiye ez ê bibim gulguliya face û twîterê. Mi go hûn jî bawer bikin kerên bê bar û debar.

1facebook_isimleri_uqknbjHey kûçika qûna te gezkiro, erê temam min hevaltiya te qebûl kir îca ez mecbûrim rojê deh caran bersiva bidim mesajên te yên tiroviro. Qey hûn ji bo ku zilmê li min bikin tên agirpêketîno. Hema carocarekê; hewwal mrb, çavênê, çodkî, hivile hiji, hêjîr, slm, şewbaş, hello xello cello û nizamçi kurreder.

Hinek jî piştî qebûlkirina hevaltiyê dibêjin; tu bi xêr hatî rûpela min! Erê bavo erê ez hatime mala te û tu ji min re wisa dibêjî kurê kerê boz. Van navên ecêb ên wek Evdilmittelîb, Evdilbasît, Quddusî û hwd hene. Yanê ez çima vana qebûl bikim? Ez ê ji xwe re biçim qehweya serê goşê kuçeyê û rûnim jixwe yên ku tê de rûniştine hemû ew in! Jixwe van navên qirase yên ku li xwe dikin tu dibêjî qey kurdistanê bi wî navî ava kirine û tu pirsgirêkên me nemane û runiştine li ber face û twîteran. Çiyager, Zinnar, Kendal, Baz, Piling.

Van başûriyên me yên ku bi tîpên latînî û tirkî nizanin radibin nivîsên bi tirkî diecibînin. Hey topa Seddam li tirka xistino hûn ji ku fêhm dikin û diecibînin gidî?

Tu yekî qebûl dikî û paşê dikevî faceyê hahooo 500 agahî hene. Tu dibêjî law xêre çibû? Tu dinêrî aqilsivikê bargiran li fotoyên te nihêriye û hemmûyan ecibandiye. Bi ser de jî li bin fotoyên 3 sal berê çûme dawetekê şirove şirovandiye; mutluluklar dilerim! Hey kerê Kercewsê, belkî niha wan kesan hev berda bin jî. Qey tu bi van çiroveyan dibî perçeyek ji jiyana min? Teww qurbana xwedê bim.

Îca hin kes min h-etîket dikin û ez tê de tine me û qet ne mijarek an fotoyek ecibandinê ye. Dinêrim hin kes wan jî diecibînin û min dibecînin. Yekî fotoyê bi gul dişîne. Erê çavbelloqo qoqo loqo bêhna gulê hate heta vir û ez mest bûm. Êdî tu çi ji min bixwazî ez ê bikim! Hin kesên derdê ser derdan hene hevjînê hev in û faceya xwe bi şirîkayî vedikin. Ku tiştek diecibînin an şirove dikin tu dibêjî gelo ev kîjan ji wan e û tu dikî aqil bavêjî.

Yekî nivîsiye; em dikarin alîkariya maddî û manewî li hev bikin. De were cilê ser canê xwe neçirîne. Baş e ku cilên min marqa nin û ez naçirînim. Welleh vê fehşbûka hanê aqil ji serê me biriye û kiriye selevê. Hinek mêr şiroveyan dinivîsin. Dora rojê hevjîn an sewgiliyên wan jî ji te re hevaltî dişînin bo ku binêrin ka ev jinik xetere ye an na. Erê xwîşka min ez bêderpê ketime faceyê û dilê kesî nahêlim. Çima yê mêr û sewgîliyê te bihêlim?!

Baş dizanim ku hinek mêr qet naxwînin û şandiyên te diecibînin. Ew kes te diecibînin û hêviyên wan ji te hene loma. Meseleya twîterê jî ji tirrên pir tê. Tiştên xelkê retweet dikin û xwe pê mezin dikin. Hey mala eliyê twîthez.

Ew roj dinêrim hinekan min tevlî komeke ecêb kirine û haya min jê nîne. Navê komê Kortepe Yakişikli Gençleri ye. Ya ellahu ya xwedê, mele bazda ser Hedê! Hey agir bikeve telefona we ya kundiroîd, kesê ku nizanibe wê bêje laww ka binêrin ev jinik çi tolazxan e. Hey kerê bê kurtan çi karê min bi koma te heye?

Îca tu li derekê kesên di sanalê de ne dibînî tu dibêjî qey qamyon li wan qelibiye. Camêrno fotoyên xwe yên herî xweşik dikin profîlê tu dibêjî qey Bredê Pît in. Tu li derve dibînî ku kurê Tirtir Beg in û tirra ji binê xwe berdidin.

Aaaayy ez rabim ji xwe re biçim ber paceyê piçkî li derve temaşe bikim. Belkî ew qeşengê ku doh firingiya difirote dîsa di vir re derbas bibe. Wellahîn û bîllahîn û tîllahîn ew zilam ji gişa rasttir e. Ca bisekinin, belkî ew zilam jî di faceya min de hebe û gotibe ez xwediyê hala sebzeya me? Hun dibînin sanalê çewa psîkolojiya min xerab kiriye? Jixwe anha diya min were û halê firaqan û malê bibîne wê compîtura birayê min di şibakê de bavêje. Niha xatirê şima û roşanê simo pîroz bo..

 

About The Author