Heke em nebin yek, emê herin yek bi yek

nuri8Di vê dema zîz û girîng de yekîtîya Kurdan û paraztina sînorên Kurdistana azad pir girîng e. Bi taybet di vê dema ku temamê xaka başûrê Kurdistanê ketiye bin kontrol û paraztina Kurdan, divê Kurd berjewendîyên xwe yên şexsî, rêxistinî, partîtî,  malbat û eşîrtî deynin alîyekî û bi yekdengî li Kurdistanê xwedî derkevin. Fersendek mezin ketiye destê Kurdan û divê em Kurd vê fersenda dîrokî bertelef nekin, ji destê xwe nerevînin.

Piştî ketina bajarê Mûsilê û xetera rêxistina ÎŞÎD ê, fersendek mezin ji Kurdan re çêbû ku karibin bajar û navçeyên xwe, yên ku ji Kurdistanê hatibûn cudakirin, paşde bistînin û têxin bin kontrola xwe. Maddeya 140 a ku ji roja pêşîn de di navbera Kurd û hikûmeta Malikî de bûye pirsgirêk û serêşandin, bêyî îrada hikûmeta Bexdayê pêk hat û Kurd ji wê serêşandinê xelas bûn. Bi vî awayî temamê xaka başûrê Kurdistanê ket bin destê Kurdan û hikûmeta Kurdistanê û minnet ji hikûmeta Bexdayê re nema.

pesmergePiştî ku bajarê Mûsilê ket, rêxistina DAÎŞ kaos û alozîyek mezin di Iraqê de çêkir. Ev kaos û alozî ji Kurdan re bû fersendek dîrokî ku karibin bibin xwedîyê temamê xaka xwe. Kerkûk jî di nav de, êdî li her bihusta xaka Kurdistanê ala Kurdî pêl dide. Êdî xala yekemîn û sereke bûye paraztina sînorên Kurdistana azad û êlankirina serxwebûna Kurdistanê. Ji bo vê yekê jî, ne dijminatî û dijberî, lê hevkarî û tifaqa Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê girîng û pêwist e, stûna serketinê ye.

Di vê derbarê de hem gellek ji çapemenîya cîhanê û hem jî pispor û civaknasên Rojhilata Navîn şans û sûdek mezin didin Kurdan. Dibêjin ku “ ji bo serxwebûnê derfetek mezin ketiye destê Kurdan û divê Kurd vê fersenda dîrokî ji dest xwe bernedin“. Û ji bo ku Kurd vê fersenda dîrokî ji dest xwe bernedin jî, divê di vê dema zîz û nazik de şerê hev nekin, dev navêjin hev, nêzîkî hev bibin, berjewendîyên xwe yên taybet deynin alîyekî û li berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bifikirin, ji bo wê gavan bavêjin. Çi PDK , YNK, Goran û partîyên din dibin, çi PKK, PYD, YPG û hêzên din dibin û çi jî rêxistin û partîyên din dibin, divê aqlêselîm nêzîkî meselê bibin, di vê dema zîz de nakokîyên navbera xwe bincil bikin û hetta bi temametî ji holê rakin û li hember cîhanê yek dest û yek rêz bin. Îro ji her wextî zêdetir pêwistîya Kurdan bi tifaq û yekîtîyê heye. Ne berjewendîyên partîtî lê berjewendîyên netewî wê me bigihînin serkeftinê.

Berfirehbûna xaka Kurdistanê û destkeftîyên wan tirsek mezin xistiye dilê dagîrkerên Kurdistanê. Bi taybet piştî ku Kerkûk jî ket destê Kurdan, tirsa dilê dagîrkeran zêdetir bû. Ev tirs tirsa serxwebûna Kurdistanê ye. Û ji bo ku dagîrker vê tirsê ji dilê xwe derxin û nehêlin ku Kurd serbixwe bibin, her dek û dolaban dizîvirînin, hevkarîyê dikin, çi bi hêzên xwe û çi jî bi destê rêxistin û çeteyên terorîst êrîşî Kurdan dikin û wê bikin. Çawa ku di mijara Kurd û Kurdistanê de temamê rêxistin, dem û dezgehên dewletên dagîrker dibin yek, divê em Kurd jî heman helwestê bigrin. Çawa ku di mijara Kurd û Kurdistanê de çep, rast, oldar, sosyalîst û temamê beşên civaka dewletên dagîrker berjewendîyên xwe didin alîyekî û dibin yek, divê em Kurd jî bi heman hişmendî û netewperwerîyê xwedî li xwe û welatê xwe derkevin. Divê em bi tifaq û yekîtîya xwe tirsa dilê neyaran di dilê wan de biteqînin û xewn û xeyalên milletê Kurd pêk bînin.

Û divê em bi can û malê xwe xwedî li başûrê Kurdistanê, li Kurdistana azad û pêşmergeyên wê xwedî derkevin û gotina Seydayê Cegerxwîn bînin bîra xwe:

„Heke hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek!“

 

About The Author