Çi hat guhertin, ev çi siyaset û şexsîyet e kaka?

Belê, kongreya HDP (Halklari Dewşîrme Partîsî) bi serfirazî derbas bû û herkes gîha miradê xwe. Şoreşgerê bin kayê Ertûgrûl Kurkçu çû û şoreşgerê ser kayê kekê me Selahattîn Demîrtaş bû serokê dewşîrmeyên Tirkîyê. Pîroz û bimbarek be rebbî. Çawa be Seloyê me Kurd e, qe nebe ji Tirkekî çêtire. Û hevseroka wî jî seroka ESP (Partîya Sosyalîst a Xwelîliseran) xanim Fîgen Yuksekdag e. Em wan pîroz dikin û serketinek mezin ji wan re dixwazin.

Axir, mijara me li ser PDK û siyaseta Kurdekanên başûrekanim bû.

Min di jiyana xwe de siyaset û şexsîyetek tewşo mewşo wek a PDK nedîtiye. Kî dilê xwe digire, kî nagire, ji vî ve!

hdp_kongre_4 KopiePDK, YNK, Goran û filan û fîstan beşdarî kongreya HDP bûn.

Ê başe kaka ciyan, çi hat guhertin?

Heta berî çend rojan jî qelemşûr û lotikvanên PKK, BDP û PYD hûn dikirin ajan, sîxur, hevkarê dijmin, paşverû û îxanetçî. Başe, çi bû? Kê lêborîna xwe ji kê xwest? Yan we lêborîna xwe ji kê xwest? Madem hûn ajan. sîxur, hevkarên dijmin û îxanetkar in, çi karê we di kongreyên wan tohmetkaran de heye? Ev çi siyaset û şexsîyetek çirto virto û durû ye kaka? Law qey pozê we jî naşewite baba?

Dîsa ji vî ve!

Werhasil, PDK bi vê siyaset û helwesta xwe ya oportonîst û beredayî siyaset jî li ber çavê me reş kir. Siyaset û helwesta hevallerên me yên PKK xuyaye, eşkere ye û venaşêrin. Ciwamêran wek mêran, rasterast siyaseta xwe dimeşînin, hesabê PDK bi xirrê xwe jî nakin. Hem li nav guhê wan dixin û hem jî wan pîs pîs tînin kongreyên xwe jî. Aferîn ji we re!

Ê başe sayin hevallerên me, ew PDK û Barzanî yê ku we digot îxanetçî ne, ajan û nokerên dijmin in, di kongreyên we de çi dikin? Ma meriv ajan û nokerên dijmin beşdarî kongreyên xwe dike? Ev çi lotik û zîtirk in heval?

Dîsa ji vî ve!

Axir, Endamê Polîtburoya PDK birêzekan Kemal Kerkûkî peyama serok Barzanî di kongreyê de xwend û xwelîya heft gundan li serê xwe jî û li serê me jî kir. Hem jî di bin pankarta „Demokratîk Cûmhûrîyet. Ortak Vatan. Demokratîk Ûlûs“ de xwend. Yanî, Kemal Kerkûkî, PDK û Barzanî rasterast bûn şirîkê siyaseta HDP, Tirkayetî, yekparîya dewleta Tirk û Kemalîzmê. Bûn hevpar û şirîkê parçekirina Kurdistanê, asîmîlasyon û entegrasyonê. Hem jî belaaaaşşşşşşşşşşşş!

Dîsa ji vî ve!

Lê lotika herî xweş çibû hûn zanin?

Dîwana kongreya HDP tenê 5 deqîqe mafê peyvê da Kemal Kerkûkî û mêvanên din. Û ew pênc deqîqe jî li wan kirin jehr û ziqûm, di deqeya 4 an de axavtina Kerkûkî qut kirin û henekê xwe pê kirin. Hew nemabû ku bi qemçika stuyê wî bigirin û wî bavêjin derve.

Aha qîmetê te û partîya te 5 deqîqe ye ha birêz Kerkûkî!

Lê hûn misteheq in, welle û bille hûn misteheq in!

Werhasilî kelam, serê dêr bi gû ye û binê dêr bi gû ye.

Û em Kurdên xwelîliser jî di navbera Xelîl û Celîl de asê mane wesselam.

Û dîsa ji vî ve!

Enqere

bar

bdp bar

barzani-hendek

 

About The Author