Navê vê lotikê çiye ez jî nizanim

Di vê demê de fersendek mezin ketiye destê Kurdan. Fersendek ewqas mezin ku serxwebûna Kurdistanê di rojevê de ye û dinya û alem behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Lê xuyaye kurmê darê ji darê ye. Hinek Kurdên ku xizmetkarên dewletên dagîrker in, naxwazin Kurdistan serbixwe bibe û Kurd bibin xwedî dewlet.

adil muradBerpirsê Encûmena Navendî ya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad, ragihand ku rêxistina DAİŞ bi destê Amerîkayê hatiye damezirandin û hevkarîyê ji Erebistana Siudî, Tirkiye û Qeterê werdigire.

Adil Mûrad begefendî dibêje, mebesta DAİŞ’ê tenê ew e ku İraqê parçe parçe bike û yekîtîya Iraqê nemîne.

Adil Mûrad ku bi xwe Şîeyê Xaneqînê ye û wek xizmetkarê  Îranê tê naskirin, ji rojnama Sebah a hikûmeta Malikî re, got: ‘’Ev beşek ji hewldanên Amerîkayê ye, fikra derxistina tevlîhevîya li Rojhilata Navîn e. Loma divê alîyên İraqî bibin yek da ku wê hewldana dijminên İraqê ji holê rakin“ filan û fîstan.

Adil Mûrad begefendî gotiye ku “ DAÎŞ tenê êrîşî pêşmergeyên YNK dike û êrîşî pêşmergeyên PDK nake“ û pê de çûye.

Ecêb e, çawa meriv Kurd be, li ser navê Kurdan siyasetê bike û rabe li dijî serxwebûna welatê xwe derkeve û yekîtîya xaka dagîrkerên xwe biparêze.

Îcar nizanim ji Adil Mûrad re çi bêjim û çi navî lê bikim wellehil ezîm.

 Silêmanî

About The Author