Wey pîroz û bimbarekbe rebbî!

Belê, piştî serokatîya HDP, kekê me Selahattîn Demîrtaş bû namzetê Serokkomarîya Tirkîyê. Wey li ser xêrê be, xwedê bikim tu qezenc bikî û bibî Serokkomarê Demokratîk Cimhûrîyetê.

Birastî ez ji dil û can dixwazim ku Seloyê me bibe serokkomar. Seloyê me hem ciwan e, hem lihevhatî ye, hem seksî ye, hem parêzer e, hem halxweş e û hem jî zane biaxive. Yanî, zilamekî germik û nermik e û dilê kesî ji xwe nahêle. Ma wek Erdogan û yên din?

Axir, Seloyê me beşdarî bernama Haberturk ê bû û bersiva rojnamevanê Tirk Erhan Çelîk da.

demoErhan Çelîk jî lotikvanekî temam e ha, ji qazî ve mesele anî ser ala Tirkîyê û xwest ku Seloyê me bîne provokasyonê û wî li ber çavê Kurdan reş bike û di çavê Tirkan de jî geş bike.

Erhan efendî jê pirsî: „Ê cîgerim, ala Tirkîyê ji bo we çi îfade dike, çi wateyê dide lo?“

Seloyê me bersiv da: „Wele cîgerim ala Tirkîyê ne ala partîyekê yan şexsekî ye. Ew ala me hemûyan e, nirxek netewî ye. Em tucarî li dijî ala Tirkîyê derneketine, em hertim xwedî lê derketine û me ew al wek ala xwe qebûl kiriye. Hinek bêbext û provokator dixwazin bi daxistina alê me gunehbar bikin, lê nafîle, em nehatine û nayên provokasyonên wan“ filan û fîstan û pê de çû.

Xwedê heye, Seloyê me tucarî derewan nake û rast dibêje. Yên ku ala Tirko li bakurê Kurdistanê daçikandî hiştine û wê diparêzin ew in. Gotina rast nayê înkarkirin û xweş e.

Werhasil, îcar em bên ser fêda nok û fasûlîyên hişk û tir û fisên germ.

Berî çend rojan, rojnamevana rojnameya Mîllîyetê li meclîsa Tirko çû serdana Selahattîn Demîrtaş û pê re hevpeyvînek qerase kir.

Çavê rojnamevana Tirk li wêneyê ala Tirkîyê dikeve. Wêne li dîwêr daliqandî ye.

Rojnamevan jê dipirse: „Yaw Selo, ev ala Tirkîyê çima şîn e, çima ne sor e heyatim?“

Seloyê me bersiva wê dide: „Wele keça min Dilda boyaxa sor nedîtiye, bi boyaxa şîn ala Tirkîyê neqişandiye û wek diyarî ji min re şandiye“ filan û bêvan.

Îcar we mebesta min fêhm kir bê ez dixwazim çi bêjim gelî lotikvanan?

Selahattîn Demîrtaş serok û siyasetmedarê me ye. Navê keça wî Dilda ye, bi Kurdî ye. Keça wî ala Tirko ji bavê xwe re wek diyarî dişîne û ew jî li dîwarê oda xwe dadiliqîne, pê şad dibe.

Aha serok û siyasetmedarên me ev in ha qurban.

Serok û siyasetmedarên ku zarokên xwe bi ruhê Tirkî, bi mejiyê Tirkî û bi perwerdeya Tirkî mezin dikin, helbet wê zarokên wan ala Tirkan jî bineqişînin, wê alê wek ala xwe jî bibînin û xwe li ser bidin kujtin jî. Yanî, serok û siyasetmedarên me qaşo Kurdayetîyê dikin (!) lê di mejîyê zarokên wan de ala Tirko, Turkîye û Kemalo dijîn.

Îcar bû çi yabo qurban?

Enqere

demirtas

 

 

About The Author