Xalê me Adil Mûrad dîsa zelq kir

Belê, min di dinyayê de milletek wek milletê Kurd ku ji dijminê xwe hez dike û qûna dijminê xwe dalêse nedîtiye. Bi taybet hinek rêber, serok û siyasetmedarên Kurd aşiq û evîndarên dijminê xwe ne.

Ê de li vê sosretê binerin..

Kerkûk îro ketiye bin destê Kurdan û êdî tu wateya maddeya 140 nemaye. Maddeya 140 bê destûr û daxwaza Nûrî Malikî bi cîh hatiye û qenc û xweş bûye. Nûrî El Quzêkerê heta îro ji serêşandinê pêve ji Kurdan re tiştek nekiriye. Heta jê hatiye nexwestiye ku maddeya 140 pêk bê û Kerkûk têkeve bin destê Kurdan. Doh nedixwest, îro naxwaze û wê sibê jî nexwaze. Lê tu dibê qey Malikî di devê hinek Kurdan de rîtiye û ew efsûnqûnî kirine.

murad malikiMeselen xalê we Adil Mûrad.

Endamê Serkirdayetîya YNK Adil Mûrad (ku wek xulamê Îranê tê naskirin û bi xwe jî Şîeyê bajarê Xaneqînê ye) pesnê Nûrî Malikî da û dibêje: „Malikî hêjasî serokwezîrîya Iraqê ye, qûnekekî baş e û wê di pêşerojê de hemû pirsgirêkên Iraqê çareser bike“ filan û fîstan.

Û hinek kadroyên din yên YNK jî dixwazin ku Kerkûk li gor destûra Iraqê vegere nav sînorên Kurdistanê filan û jehr û ziqûm. Yanî, sofîk û melayên Îranê çi dixwazin, çawa dixwazin, lotikvanên YNK jî heman tirşika Îranê belav dikin.

Kuro oxlim, qumaşê Nûrî Malikî li holê ye. Sofîk û melayên Îranê çiqasî dijminên Kurdan bin, Nûrî Malikî jî heman rîx e û rojek ji rojan jî xêr û qencîya Kurdan naxwaze. Halîhazir Kerkûk bûye Kurdistanî û gerek hûn şikra xwe bînin. Îcar ev çi zîtirkên we û Malikî û yasa û masa ne kaka?

Axir, hinek Kurd ji xelkê re hêkan û ji xwe re jî zelqan dikin wesselam..

Îcar ev zelq zelqên mirîşka ne, yên dîk û elokan e ez jî nizanim…

Kerkûk

 

About The Author