Kasimpaşalî serokkomar e

Belê, partîya AKP namzetê xwe eşkere kir. Ji xwe ji roja pêşîn de kifş bû bê wê kî bibe namzetê AKP. Lê dîsa jî namzetê xwe heta roja dawî veşartî hiştin. Kasimpaşalî Erdogan bû namzetê serokkomarîyê.

erdoÊdî ji niha ve serokkomarê pêşerojê kifş û eşkere ye. Erdogan!

Bela kesek qûna xwe li avê nexe. Erdogan serokkomar e û lam û cîm jî jê re tuneye. Lê lotika mezin ev e, wê kî bibe serokê AKP û serokwezîr? Yan serokwezîrê nû wê karibe şûna lotikên Erdogan tije bike? Wê lotikvanekî xurt be yan wê germik û nermik be, tê meraq kirin.

Axir, di vê derbarê de Demokratîk Lotikxane Partîsî çend lotikvanên xwe wek namzetên serokatîya AKP pêşkêşî cîgerim Erdogan kir.

Helbet di nav wan de Sofî Xelef jî heye. Heke hat û AKP serokek zîrek û seksî nedît, Sofî Xelef amade ye xwe bide ber barê qantirê û serokatîya AKP bike.

Haaaaa, heke hat û kekê me Selahattîn Demîrtaş bû serokkomar û Sofî Xelef jî bû serokwezîr û serokê AKP, wê çi govendek Kurmancî jê derkeve hayhooooooo!

Enqere

About The Author