Wey li ser xêrê be Silheddino!

Belê, partîya HDP namzetê xwe yê serokkomarîyê eşkere kir. Selahattîn Demîrtaş.

Seloyê me berê gotibû „ezê nebim hevserokê HDP“. Lê piştre çi bû, kê guhê wî kişand kes nizane, bû hevserok. Û niha jî bûye namzetê serokkomarîya Tirkîyê. Yanî, bû namzetê serokkomarîya „netew-dewlet„a Tirko.

selo KopieSeloyê me gellek caran li dijî „netew-dewlet„bûna Kurdan derket. Ne tenê ew, PKK, BDP, HDP û PYD jî li dijî netew-dewletbûna Kurdan derketin, derdikevin. Lê ecêb e, kesên ku li dijî netew-dewletbûna Kurdan derdikevin, ji netew-dewleta Tirko re dibin namzetê serokatîyê û dixwazin bibin serokkomarê dewletekê.

Ê başe qardaşim, ev çi şorbe û pelûl e?

Hûn ji Kurdan re netew-dewletbûnê heram dikin, lê dixwazin bibin serokdewlet. Ev çi lotik in, çi zîtirk in û çi tirşik e?

Niha hûn ji kekê me Selahattîn Demîrtaş re bêjin „were bibe serokdewletê Kurdistanek serbixwe“ ewê bêje „na, netew-dewlet ji Kurdan re ne baş e, heram e, nabe“. Lê li alîyê din dixwaze bibe serokkomarê dewleta çeqilmast û sînorê netew-dewleta Tirko biparêze.

Na keko na, welle û bille di vir de xeletîyek mezin heye.

Yan hûn pir biaqil in, yan jî em Kurd pir saf û ehmeq in.

Lê dîsa jî li ser xêrê be. Xwdê bikim Seloyê me qezenc bike û bibe serokkomarê dewleta virqo.

Belkî rojek ji rojan karibe sînorên wê netew-dewletê ji holê rake û tirrê jê berde, ma kî zane..

Izmîr

About The Author