Aha îcar govend xweş bû

Belê, lotikvanên ÎŞÎDê îcar jî berê xwe dan mala xwedê.

Aha îcar govend xweş bû!

Îcar wê xwedê û pêxemberê me çi bersivê bidin lotikvanên ÎŞÎD ê em jî meraq dikin.

isid KopieMek û Medîne ya ku qibleya misilmanan e û Erebên qûnreş salane bi milyonan dolar jê qezenc dikin, ket ber lotik û zîtirkên ÎŞÎD ê.

Çekdarên Dewleta Îslamî ku berê wek DAÎŞ dihatin naskirin, peyamek nû belav kirin ku ewê Kabeyê wêran bikin û wî kevirê reş biteqînin.

Wek hûn zanin, kabe ji alî misilmanan ve wek mala xwedê tê qebûlkirin û tê perestin. Lê zîtirkvanên ÎŞÎD ê dibêjin “ piranîya misilmanan îbadetê ji wî kevirê reş re dikin, îbadetê ji pûtperestîyê re dikin, ji xwedê re nakin. Ji ber vê, emê wî kevirê reş biherifînin û kevir li ser kevir nehêlin“ filan û fîstan.

Evê lotika ÎŞÎD ê di medya îslamî de dengvedanek mezin kir û xof xist dilê misilmanan. Li gor tê gotin, piştî vê lotika ÎŞÎD ê, misilman bûne wek mirîşka gêj û di wê tirsê de ne ku birastî jî ÎŞÎD mala xwedê xira bike.

Werhasilî kelam, ÎŞÎD ê mala xwedê û meskenê Mihemed pêxember jî kiriye armanca êrîşên xwe. Îcar ÎŞÎD, xwedê û pêxember çi tînin serê hev, çawa ji hev safî dibin, ez jî nizanim wesselam…

Medîne

 

About Author

3 thoughts on “Aha îcar govend xweş bû

  1. ŞEGA/SILAV.
    JI KEREMA XWE JIBO BAWERIYÊN XELKÊ RÊZ Û HURMETÊ BIGRIN.
    HER TIŞTÎ TEVLIHEV NEKIN.
    NÊRÎNA MALPERA WE KU REXNEYEKE VEKIRÎ Û TÛJ E, EM JÊ HEZ DIKIN ÇIMKÎ HÛN RASTIYÊ DÊJIN.
    LÊ BILA USÛLÊN EXLAQÊ TAYBETÎ LI BARA DÎN Û BAWERIYAN DE BÊ MISOGERKIRIN.
    BILA EW USLÛBA WE YA BERÊ BÊ PARASTIN

  2. ez zude li ser vê ramana dais disekinimbum.u hemu mellayan hildaliqinen,camiyan hilwesinen….likurdistan

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.