Çû seferê, hat zibaleyê berê

Birastî meriv li hinek Kurdan dimîne ecêbmayî. Bawer nakim ji bilî hinek Kurdên çeqilmast, milletek hebe ku li dijî serxwebûna welatê xwe derkeve. Û tew qet bawer nakim ku siyasetmedar û rewşenbîr hebin ku li dijî serxwebûna welatê xwe derkevin û xwîna bi hezaran şehîdên xwe binpê bikin. Incex hinek Kurdên dewşîrme karin vê dijminatîyê bikin.

Axir, berî niha jî me li ser xalê xwe Hatîp Şakşak (paşnavê wî berê Şakşak bû, piştre guhert û kir Dîcle) nivîsandibû û „çopçîtîya“ wî lê pîroz kiribû. Hatîp Şakşak di girtîxana Amedê de hevpeyvînek dabû rojnama Cûmhûrîyetê û gotibû „me fikra Kurdistanek serbixwe avêtiye teneka zibil“ filan û jehr û ziqûm.

Me digot qey psîkolojîya Hatîp Şakşak xira bûye û henekan dike. Lê xuyaye kurmê şîrî heta pîrî ye. Hatîp begefendî henek ne dikir, rastîya dilê xwe digot û di hepsê de bûbû çopçî û zibale. Siyasetmedarên xelkê dikevin hepsê dibin şoreşger, dibin serhildêr, berxwedar û plan û projeyên şoreşê amade dikin, lê Hatîpê me jî bû zibale û wek teorîsyenê çop û zibalê ji hepsê derket.

Hatîp Şakşak, derket televizyona IMC (ku televizyona dewşîrme û çeqilmastên Kurd û Tirk e) û dîsa da zîtirkan.

Şakşak efendî çi bêje başe?

Got: “ Me fikra dewleta Kurdî avêt teneka zibil (ka go te ew zibil bixwara). divê Barzanî dewleta Kurdî ava neke, nebe referandûmê. Wê xelk (Kurd) dewletê bixwazin û ev jî ne rast e. Erka siyasetmedaran ev e ku vê yekê asteng bikin. Barzanî dibêje Kerkûk Kurdistanî ye, xeletîyê dike. Kerkûk ya hemû gelan e. Kerkûk wek Kûdusê ye, ne male milletekî tenê ye (ne tenê malê Kurda ye). Kurd gava paran dibînin (dewlemend dibin) yan wê yekî bikujin yan jî wê jina sêyem bînin. Başûrî çav li hinek paran ketin bi xar dixwazin dewletê ava bikin. Divê em bi navê netew-dewletê gelan heba nekin“ filan û fîstan û quzê kerê.

Lê gotina zêdebûna ser kezebê jî ev bû:

Şakşak efendî got: „Heke Îran qetlîaman bike jî ji Kurdan re çêtire, meselen li Îranê eyaleta Kurdistanê heye“ filan û fîstan.

We ji Hatîp Şakşak û zîtirkên wî fêhm kir?

1- Me fikra Kurdistanek serbixwe avêtiye zibalê.

2- Barzanî Kurdistanek serbixwe ava dike, referandûm ne baş e, wê xelk dewletê bixwaze.

3- Erka siyasetmedaran bindesthiştina Kurdistanê ye, divê siyasetmedar rê li ber Kurdistanek serbixwe bigirin, jê re bibin asteng.

4- Kerkûk ne Kurdistanî ye, malê xelkê ye.

5- Îran qetlîaman bike jî, qira Kurdan bîne jî, ji Kurdistanek serbixwe çêtire.

Û filan û fîstan û quzê kerê.

Yanî yekî dijmin jî kare van tiştan bêje?

Belê, Şakşakçîyê me piştî ku 4-5 salan di hepsê de raza, ji alî dewletê ve terfî kir û bû „Qralê Çopçîyên Tirkîyê“. Ango, Şahê Zibaleyên Tirkîyê.

Û çima Şakşak efendî ji hepsê hat berdan?

Ji ber go Kurdistan avêt teneka zibil!

Ji ber go Kurdistan firot û kir bi qurbana „Yek dewlet, yek ziman, yek al û yek welatê“ dewleta Tirko!

Ji ber go Kurd kirin bi qurbana bratîya dolheram û dewşîrmeyên Tirk!

Û bi dehan nimûneyên din….

Îcar hûn fêhm dikin bê dewleta kûr û MÎT a virqo çima dest neavêt „Ergenekona Kurd?“ Çima Ergenekona Kurd eşkere nekirin?

Ez serê we neêşînim, gotinek heye dibêjin: „Çû seferê, hat kerê berê“.

Îcar Hatîpê me jî „Çû seferê, hat zibaleyê berê“.….

 

 

About The Author