Xwedê Kurdên ji dervayî Bakur, ji Kurdên Tirkîyê biparêze!..

ikram oguzRojek berê di rojnameya Radîkalê da hevpeyvîneke gelek balkêş hatibû weşandin. Rojnamevana Tirk Îdil Ekşi pirsîbû, hunermenda Kurd Tara Mamedova jî bersivandibû. Dema ku min hevpeyvîn xwend, ez bi navê hunermenda Kurd û bi gotinên wê gelek kefxweş bûm.

Gotinên wê gelek bala min kişandin.

Seîd Gebarî û jîyana min a Îstenbolê hate bîra min.

Ji vir 25 sal berê me şevên ji bo piştgirîya Kovara Deng lidarxistibûn, Seîd Gebarî jî wek hunermend têkilî wan şevan dibû. Rojên wî li bûroya kovarê, her şeveke wî jî li mala hevalekî derbas dibû.

Wê demê çawa ku navê kovarê bi Kurdî, naveroka wê jî bi Tirkî bû, em hemû Kurd, zimanê me yê rojanê jî bi Tirkî bû. Seîd Gebarî jî li ba me, di nav hefteyekî da fêrî zimanê Tirkî bû. Sedem vê yekê ji me û ji jîyana me eciz dibû û qilfê xwe bi me dikir, peyvên Tirkî û Kurdî tevlihev dikir û bi me ra diaxifî. Roja çûyînê xatirê xwe xwest, wek gotinên dawîyê; „Kemalîstan di nav heftê salî da mala we şewitand, we jî di nav hefteyekî da mala min kambax kir“ got û ber bi Başûr bi rê ket.

Ji wê vir da 25 sal derbas bûn, hemû tengasîyên li pêşîya zimanê Kurdî yekoyek ji holê rabûn, lê Kurd hê dîsa Kurdên berê ne. Tiştên ku 25 sal berê li Îstenbolê hatibûn serê Seîd Gebarî, 25 şal şun da, li Europayê hatine serê Tara Mamedova…

Mamedova bi eslê xwe ji Bazîdê ye. Malbata wê berî sed sal berê ji Bazîdê koçber dibe û diçe Êrmenîstanê, ji wir jî diçin li Asya Navîn bi cîh dibin. Mamedova di sala 1983’an da li Kirgizîstanê tê dinê. Piştî hilweşandinê Sovyetê, ew, bi malbatî careke din koçber dibin û berê xwe didin Rusyayê.

Mamedova dibejê; „Xencî Kurdan hemû kesên ku koçber dibûn, welateke wan hebû û ew jî diçûn li wir bi cîh dibûn. Tenê Kurd ji vê yekê mehrûm bûn. Sedem vê yekê em jî çûn li gundeke Rusyayê bi cîh bûn. Rusan Kurd li welatê xwe nedixwestin û li diberî bicîhbûna wan derdiketin… “

Mamedova di bin şert û mercên gelek giran da dest bi xwendinê dike, di danzdeh salîya xwe da diçe li Mekteba Çand û Hunera Kurd ya li Mosokovayê, dersên muzîkê, reqas û tîyatroyê digre. Di 21 salîya xwe da ji Moskovayê bi rê dikeve, diçê Parîsê û li wir hunermendîya xwe ya di warê muzîkê da didomîne.

Nuha jî bi navê; „AX“, albûmeke derxistîye û di wê albûmê da bi hemû zaravayên Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî) stranan dibêje…

Lê tişta ku di hevpeyvînê da zêde bala min kişand, ew jî, Tirkîtîya Tara Mamedova ye.

Rojnamevana Tirk jê dipirse; „Tu çawa fêrî axaftina Tirkî bû yî?“

taraMamedova ji dipersivîne û dibê; „Ez ne li Tirkîyê, li Europayê, li ba Kurdên Bakûr fêrî zimanê Tirkî bûm.“

Belê hunermenda Kurd, li Kazakîstanê tê dinê, li Rusyayê mezin dibe, dûra diçe Parîsê, li wir ji Kurdên Bakur fêrî zimanê Tirkî dibe.

Gelo di dinê da kambaxîyeke ji vê yekê zêdetir he ye?

Ne hewceye ez dûr û dirêj qala Kurdên li Europa dijîn, bikim.

Wek tê zanîn, li seranserî welatên Europî bi kêmasî du mîlyon Kurd dijîn.

Piranîya wan, ji zilm û zordarîya dewleta Tirk revîyane û hatine li wir bi cîh bûne.

Sedem vê yekê mafê pênaberîyê ji dewletên Europî histandine.

Hemû li dijberî dewleta Tirk sîyasetê dikin.

Ji dûr va be jî, daxwaza Kurdistaneke serbixwe dikin.

Gor Kurdên li ser axa welat dijîn, qat bi qat misoger in.

Di gotinên xwe da tûj û tund in.

Kesên ku wek wan nafikirin û bi wan ra nameşin, wan bi îxanet û ajanîyê tawanbar dikin.

Lê di hemû xalên jîyana xwe da zimanê Tirkî, zimanê dewleta ku bi salan li wan zilm û zordarî kiriyê, bikartînin.

Bi wê yêkê jî nasekinin, ew Kurdên ku wek hunermenda Kurd Tara Mamedova, ji axa Kurdistanê dûr mezinbûne û tu têkilîya wan û Tirkîyê bi hev neketîne, fêrî zimanê Tirkî dikin…

Wek malên xwe, mala wan jî dişewitînin.

Bi sîyaseteke kevneşopî dijbertîya dewleta Tirk dikin, bi kirinên xwe yên sosret va, di warê asîmîlasyônê da, karê dewletê hêsan dikin.

Ger yênli der, ger yên li hundir, tu ferq nakin…

Dema ku mirov li sosretî û rûreşîya wan dinihêre, nizane çi bike û çi bibêje!

Bila Xwedê Kurdên ji dervayî Bakur, ji Kurdên Tirkîyê biparêze!..

ikramoguz@navkurd.eu

Navkurd

About The Author